Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo salvegera 11’emîn a rizgarkirina Kobanê û êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin meşeke girseyî lidarxistin.
Mexmûr- Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê ku 26’ê çileya 2015 Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û her wiha ji bo êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ya Sûrîyê û dewleta Tirk ve pêk tên, meşeke girseyî lidarxistin.
Meş li ber deriyê saziya meclîsa malbatên şehîdan destpêkir heya li ber saziya neteweyên yekbûyî berdewam kir. Li vir ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser salvegera rizgarkirina Kobanê Koordînasyona Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan axivî.
‘Îro roja rizgarkirina Kobanê û serkeftina gelê Kurd e’
Leyla Arzû Îlhan, di destpêka axaftina xwe de li ser salvegera rizgarkirina Kobanê axivî û wiha got: “Îro roja rizgarkirina Kobanê, roja serkeftina gelê Kurd û roja ku ev serkeftin di dilê Erdoxan û çeteyên wî de bûye kûleke. Her wiha îro roja ku Kobanê bûye taca serê gelê Kurd e. Îro roja ku Kobanê bi xwîna Gelhatan, Zehrayan, Arînan hatiye nexşandin û gihiştiye serkeftinê ye. 11 sal beriya niha Kobanê ji çeteyên dagirker, xwînmêj ên ji hişmendiya Erdoxan û hevalbendên wî hat rizgar kirin.”
‘Kobanê yekem cihe ku malovanî ji tevgera Apogerî kiribû ye’
Leyla Arzû Îlhan, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Kobanê bûyê cihê jinên bedew, şoreşker ku hişmendiya mêrê kedxwar û dagirker têkbirî û wiha axivî: “Êrîşa yekem a li ser Kobanê ew bû ku gelê Kurd û deskeftiyên wê ji holê rakin. Hêzên desthilatdar ji Mûsilê destpêkirin û Mûsil radestî DAIŞ’ê kirin. DAIŞ’ê ji Şengal, Mexmûr û Kerkûkê destpêkir û êrîşî Kobanê kir. Kobanê yekem cihe ku malovanî ji tevgera Apogeriyê kiribû ye û cihê ku xeta azadiyê lê hatiye danîn e. Kobanê di dilê hêzên desthilatdar de bû kûlek. Şervanên azadiyê, şervanên gelê Kurd û şervanên xwe hişmendiya Rêber Apo ve avakirîn Kobanê ji xwînmij û dagirkeran rizgar kir.”
‘Dem dema serkeftin û bûyîna yek e’
Leyla Arzû Îlhan, balkişand li ser yekitiya gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha dem dema serkeftin û bûyîna yeke. Careke din gelê Kurd ji hêzên desthilatdar re got sed sal beriya niha we bi bazar û hevpeymanan re em kirin çar parçe. Lê îro sînorên hatîn xêzkirin hatin rakirin û gelê Kurd bûn yek dil, yek mejî, yek hişmendî û gotin yeke yeke yeke Kurdistan yek e. Ev rastî û baweriya gelê Kurd ya li şoreşa Rojavayê Kurdistanê û baweriya gelê Kurd ya ji keç û xortên ku çeteyên DAIŞ’ê têk biriye. Em jî wek gelê Mexmûrê piştgirî û dilsoziya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar dikin û dibêjin gelê Kurd yeke û yê bigihije serkeftinê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ji bo Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû.