‘Vegera koçberan li Sûriyeyê dê pêşî li guherînên erênî veke’

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman tekez kir ku li Sûriyeyê di vê pêvajoyê de dibe ku dawî li çîroka koçberiyê were û got: “Vegera şêniyên Efrînê ya warê xwe dê bi pêşengî, têkoşîn û berxwedana jinan be.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û Şamê de, koma yekemîn a koçberên ji Efrînê, ji Hesekê ber bi warê xwe ve bi rê ket. Koma yekemîn ku ji 400 malbatan (nêzî 3 hezar kes) pêk tê dê ji bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bibe û bigihîje Efrînê. Têkildarî mijarê hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Ji bo vegera koçberan têkoşînek berdewam hat meşandin’

Leyla Qehreman da zanîn ku ji bo avêtina gaveke rê li ber çîroka koçberiyê bigre têkoşînek mezin û berdewam hatiye meşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî peymana 29’ê Çileyê û hewldanên berdewam ji bo bicihanîna wê şêniyên Efrînê têkoşîneke berdewam meşandin. Di encamê de, em îro dibînin ku karwanek ji şêniyên Efrînê vedigerin malên xwe. Em dikarin bibêjin ku vegera şêniyên Efrînê encama têkoşîn û berxwedana wan a berdewam e. Ji ber ku ew her gav ji bo vegerê bi hêvî bûn, bawer dikirin ku dê rojek vegerin malên xwe. Ji ber vê yekê, wan riya berxwedanê hilbijart û îro berhemên berxwedana xwe digrin.”

‘Vegera bi ewle aştiya navxweyî ye’

Leyla Qehreman bal kişand ser girîngiya vegera bi ewle ya koçberan û wiha got: “Em hemû dizanin ku şêniyên Efrînê di van çend salan de çend caran koçber bûne. Niha kefxweşiya vegera ku bi saya sebir û berxwedana wan çêbû dijîn. Divê veger bi ewle be û bikaribin mal, erd û milkên xwe paşve bigrin. Em, wekî Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê, tekez dikin ku divê veger bi ewle be û divê kes zirarê nebîne, ji ber ku veger mafekî xwezayî ye. Ev gav gavek e ber bi vegerandina baweriyê û bidestxistina aştiya navxweyî ve ye. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku çareserkirina pirsgirêka koçberên li Sûriyeyê pir girîng e û ev ji bo pêvajoya siyasî ya ku li Sûriyeyê dest pê kiriye şerteke pêşîn e.”

‘Jinan pêşengiya têkoşîna ji bo vegera bi ewle kir’

Leyla Qehreman di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku jinan têkoşîneke bi rûmet û bi nirx meşandine û wiha anî ziman: “Em vê gavê bi awayekî erênî dibînin û baweriya xwe ji nû ve piştrast dikin ku xelkên din dê di rojên pêş de vegerin. Têkoşîna jinan bi rastî jî têkoşîneke bi rûmet e, bi wate û nirx e, ji ber ku ew jin bûn di dema koçberiyê de, tevî hemû şêweyên tundiyê yên li dijî wan hatine kirin, pêşengiya berxwedanê kirin.”

‘Vegera bi ewle dê ji bo tevahî Sûriyeyê riyeke ronî veke’

Leyla Qehreman destnîşan kir ku vegera bi ewle dê ji bo gelê Efrînê û hemû gelên Sûriyeyê bibe riyeke ronî, hêviya wan geş bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê vegera şêniyên wargerê were şopandin. Divê ku li Efrînî werin parastin û weke berê di ewlehiyê de bijîn. Gelê Efrînê dê roleke neteweyî bilîze û ji bo pêşxistina aboriya Sûriyeyê dest bi xebatan bike.”