UNRWA: Xeza ji bo rojnamevan û xebatkarên alîkariya mirovî cihê herî xeter e
Komîserê Giştî yê UNRWA’yê, destnîşan kir astengkirina ketina rojnamevanan a Xezayê kampanyayên dezenformasyonê xurt dike. Her wiha diyar kir ku Xeza êdî ji bo rojnamevan û xebatkarên alîkariya mirovî bûye cihê herî xeternak ê cîhanê.
Navenda Nûçeyan- Zîvala Xezayê, bi qeyraneke mirovî ya cidî ku bi sedan hezaran zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane, bê ava paqij maye, bêkarî û xizanî gihîştine astên pir xeternak.
Komîserê Giştî yê UNRWA’yê, destnîşan kir astengkirina ketina rojnamevanan a Xezayê kampanyayên dezenformasyonê xurt dike û dibe sedem ku tundî bê kontrol bimîne.
Komîserê Giştî, tenê hişyarî neda, rewşa heyî bi tabloyek tarî kurte kir û got: "Xeza ji bo rojnamevan û xebatkarên alîkariya mirovî bûye cihê herî xeternak ê cîhanê.”
Di vê navberê de, agahiyên ku di navbera DYE û Îsraîlê de peymanek ji bo vekirina deriyê sînor ê Refahê ji her du aliyan ve hat. Ev gav, bi qonaxa duyemîn a Peymana Xezayê ve girêdayî ye. Lê belê li pişt deriyên girtî, hikûmeta Netanyahu nerazîbûna xwe li hember îsrara nûnerê taybet ê DYE’yê Steve Witkoff nîşan dide ku deriyê sînor vê hefteyê bê vekirin.
Her diçe qeyrana mirovî kûrtir dibe
Rewşa li ser qadê jî xirabtir e. Di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser deverên rojhilatê Xezayê de rojnamevan jî hatin qetilkirin. Her wiha qeyrana mirovî roj bi roj kûrtir dibe; bi sedhezaran zarok ji perwerdeyê bêpar in, ava paqij nîn e û rêjeya bêkarî û xizaniyê gihîştiye asteke pir zêde.
Bi vê rewşê re tevgera navneteweyî jî leztir dibe. Qahîre tekez dike ku pêdivî bi bicîhanîna şertên peymanê heye, Moskow bi hikûmeta Filistînî re li ser rêkeftinên vekişîn û ji nû ve avakirinê nîqaş dike û Washington jî bi beşdariya welatên Ereb û Îslamê “Konseya Aştiyê ya Nû" danasîn dike. Lê belê, nakokiya di navbera dîplomasî û xwînrijandinê de bi awayekî berbiçav didome.