Ji OHD’ê banga lezgîn: Bikevin tevgerê

OHD’ê ji bo Rojava cara duyem bang li NY’ê û Saziyên Navneteweyî kir û got: “Kurd û hemû gelên li Rojava dijîn bi xetera tunebûnê re rûbirû ne. Bila êrîş tavilê bên sekinandin.”

Navenda Nûçeyan- Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di 15’ê Çileyê de ji bo rawestandina êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava bê rawestandin, qetlîam bên rawestandin û kiryarên dermirovî bên lêpirsînkirin û korîdora alîkariya mirovî bê vekirin bang li Komîteya Mafên Mirovan, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê, Serokatiya Konseya Ewropayê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir. Piştî bêencambûna bangê OHD’ê, ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava careke din bang li zêdetirî 300 saziyên navneteweyî kir.

OHD’ê di 23’yê Çileyê de di banga duyemîn de destnîşan kir ku bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî li dijî êrîşên li ser Rojava dê bibe sedema qetlîaman. Di bangê de hat diyarkirin ku êrîş li ser cihên DAIŞ’î dihatin ragirtin hatine kirin û bi berdana wan dê li ser herêmê xeteriyek mezin çêbike.

Di bangê de hat diyakirin ku di encama êrîşan de sûcên dijmirovî hatine kirin û ev tişt hat gotin: “Di êrîşan de sivîl hatin qetilkirin, bi sedhezaran kes neçarî koçberiyê bûn û demografî hat guhertin, bi rêbazên îşkenceyê mirov hatine qetilkirin, jin wekî xenîmeta şer hatine dîtin. Her wiha cereyan û av hat birîn û hatiye tomarkirin ku gel nikare xurek û kelûpelên tendirustiyê dabîn bikin. Bi awayekî aşkera gelê Kurd û gelê li Rojava bi xetera qirkirinê re rûbirû ye.”

Daxwaz

OHD’ê ji bo êrîş bên rawestandin û statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava bê naskirin, bang li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê, Serokatiya Konseya Ewropayê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û zêdetirî 300 saziyan kir û daxwazên xwe rêz kirin:

“*Ji bo êrîşên li ser Rojava tavilê bi dawî bibin û ewlehiya gelên li Rojava divê mudaxileyên lezgîn bên kirin,

* Ji bo hikûmeta demkî ya Rojava êrîşan bi dawî bike divê civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê,

* Ji bo lêpirsîna sûcan Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Konseya Ewlehiyê ya NY’ê divê hemû mekanîzmayan bikar bîne.

* Ji bo parastina sivîlên herêmê divê herêmên ewle bên avakirin û korîdorên ji bo alîkariya mirovî bên vekirin,

* Li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo parastin û naskirina statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava em bang dikin. Ji bo rawestandine vê qetlîamê û yên li tevahiya Rojhilata Navîn em bang li hemû sazî û kesan dikin.”