Nasrîn Sotudeh: Bêdengiya li dijî komkujî û binpêkirinên li Îranê nayê qebûlkirin
Girtiya siyasî ya berê û aktivîsta mafên mirovan Nasrîn Sotudeh, mudaxeleya li dijî xwepêşandanên Îranê şiband Elmanyaya dema Naziyan, Yugoslavyaya berê û Afrîkaya Başûr destnîşan kir ku divê sûcdar werin cezakirin.
Navenda Nûçeyan- Di demên dawî de li Îranê pêlên xwepêşandanan her diçe dijwartir dibin; rayedar bi tundî û girtinên girseyî bersiva van xwepêşandanan didin. Rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî, hişyarî dan ku wê qeyrana siyasî û civakî ya li welat hê kûrtir bibe.
Girtiya siyasî ya berê, parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Nasrîn Sotudeh, di hesabê xwe yê înstagramê de wêneyên kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatine qetilkirin parve kir û qetilkirina xwepêşanderan mîna sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir.
Nasrîn Sotudeh, di destpêka peyama xwe de wiha got: "Em nikarin tiştên ku me meha borî dît ji bîr bikin û nikarin li hemberî kesên hatin kuştin bêdeng bimînin. Em li dijî bêdengiyê ne û em nikarin vê komkujiya mezin, vê neheqiya mezin û vê tundiya eşkere û hovîtiya mutleq paşguh bikin."
Nasrîn Sotudeh, destnîşan kir ku mirov her dem li dijî neheqî û sûcan riyek dibînin û got: "Di rejîma Nazî ya Elmanyayê de, li Yugoslavyaya berê û li Afrîkaya Başûr, rayedarên dewletê bi salan xwîna bi hezaran kesên bêguneh rijandin lê gava ku dema edaleta mirovahî lê digere hat, parêzbendiya wan xilas bû ew hatin darizandin û cezakirin."