Li Qamişlo Tabûrek bi navê "Denîz Çiya" hatiye avakirin
li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî Tabûrek ji ciwanên Taxê hat avakirin.
Qamişlo- Di nav êrîşên berdewam ên ku herêma Rojava pê re rû bi rû ye û di çarçoveya hewildanên ji bo xurtkirina şiyanên parastinê de, tabûrek nû bi navê "Denîz Çiya" li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo yê hate damezrandin. Ev tabûr gaveke girîng di rûbirûbûna gefên ewlehiyê û piştrastkirina yekîtîya hêzên leşkerî yên herêmê de temsîl dike.
Xelkên taxa Xerbî ya bajarê qamişlo ev tabûr avakirin, têkildarî vê yekê ji Ciwanên taxa Xerbî Mezlûm Osman axivî û wiha got:` Em wekî ciwan tekez dikin ku welat, ax û rûmeta xwe biparêzin. Ev şerê hebûn û nebûnê ye. pêwîste her taxek, tabûrên xwe yên parastinê avabikin. Gerek hemû gelên me rabin li ser milan û welatê xwe biparêzin. Emê heta dawiyê, li ser şopa şehîd Ziyad û Dênîz Çiya bin, emê ala wan bi serkeftinê beşdar bikin. Em wekî Ciwan soz didin, emê Kurdistan ji wan re bikin goristan û helbet serkeftin ya me ye.
di dawî de xelkên taxa Xerbî dîlan kirin.