SOHR: Kobanê qeyrana mirovî girantir bûye
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) hişyarî da ku li Kobanî ji ber dorpêça dijwar a çeteyên HTŞ û şert û mercên dijwar ên zivistanê qeyrana mirovî girantir bûye û daxwaza mudaxeleya mirovî ya lezgîn kir.
Navenda Nûçeyan- Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), têkildarî rewşa li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da. SOHR`ê hişyarî da ku bajarê Kobanî di bin dorpêça dijwar a çeteyên Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê û şert û mercên dijwar ên zivistanê ber bi rewşeke mirovî ya xerab ve diçe û bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku tavilê mudaxele bikin û bi hezaran sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin.
SOHR’ê, diyar kir ku Kobanê zêdetirî hefteyeke dorpêçkirî ye û ev yek bûye sedema rawestandina derbasbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn. SOHR’ê, destnîşan kir ku gelek koçberên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê û bi deh hezaran kesên ji gundên derdorê çûne Kobanê û gelek ji wan neçar in ku li dibistanan, avahiyên giştî an jî li kolanan razên û got: “Di şert û mercên zivistanê yên dijwar û di barîna berfê de ne.”
Der barê rewşa tenduristiyê de jî SOHR’ê got ku oksîjen li nexweşxaneyeke bajêr xilas bûye ku bûye sedema mirina 5 zarok û zilamekî. Her wiha derman û şîrê zarokan jî kêm bûye.
Li ser heman mijarê, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) jî duh têkildarî rewşê daxuyanî da û li dijî krîza mirovî hişyarî da. OCHA’yê diyar kir ku hevkarên mirovî "fikarên xwe li ser rewşa sivîlan" anîne ziman.