UN Women: Herî zêde jin ji şewba Ebolayê bandor dibin

Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) diyar kir ku di 50 salên dawî de piraniya kesên ku di şewba Ebolayê de jiyana xwe ji dest dane jin in. Ji ber rolên jinan di lênêrîn û tenduristiyê de bêtir rastî vîrusê tên.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) di raporekê de bandora  vîrusa Ebolayê li ser jinan weşand.  UN Women diyar kir di 50 salên dawî de herî zêde jin bi xetereya vîrûsê re rûbirû mane.
Raporê destnîşan kir ku jin ji ber berpirsiyariyên lênêrîna malê û karê wan ê li eniyên pêşîn ên sektora tenduristiyê, bêtir bi vîrusa Ebolayê re rû bi rû dimînin. Her wiha hişyar da ku pêlên nû yên şewbê dikarin bibin sedema  mirina zêde di nav jinan de.

Şewbê herî zêde bandor li jinak kiriye

Rapora UN Women tekez kir ku şewba Ebolayê ya 2018’an de li Kongoyê, ji her sê kesan du kesên bi nexweşiyê ketine jin bûn. Di şewba 2014’an de li Lîberyayê, ji sedî 75’ê kesên ku ji ber Ebolayê mirine jin bûn. Li gorî raporê, dema ku vîrusa Ebola cara yekem beriya 50 salan belavbû ji sedî 56 kesên ku mirine jin bûn.

Jinên ducanî bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

Raporê diyar kir ku herî zêde jin di xeterê de ne ji ber ku ew neçar in ku pirî caran serdean navendên tenduristiyê bikin. Tê destnîşankirin ku vîrusa Ebola rêjeya mirina pitikan di dema ku jin ducanî bin de hema hema ji sedî 100 zêde dike. Di demên karantîna yên di dema pandemiyê de hatine sepandin, metirsiya şîdeta cinsî ya li dijî jinan zêde bûye.

Barê lênêrînê dikeve ser milê jinan

Belavbûna vîrusa Ebolayê rasterast bi dabeşkirina kar di nav civakê de ve girêdayî ye. Ji ber ku dema ku yek bi nexweşiyê dikeve berpirsiyariya lênêrînê bi piranî li ser milê jinan dimîne, ku ew jî li nexweşxaneyan wekî hemşîre, xebatkarê paqijiyê û xebatkarên tenduristiyê li eniyên pêşîn ên şewbê dixebitin.

Pisporên tenduristiyê yên cîhanê tekezî bi girîngiya beşdarbûna jinan a rasterast di pêvajoyên biryardanê de ji bo serkeftina têkoşîna li dijî şewba Ebolayê kirin.

Raporê  tekez kir ku dûrxistina jinan ji birêvebirina krîzên tenduristiyê ne tenê xetereyên ku ew pê re rû bi rû dimînin zêde dike, di heman demê de têkoşîna li dijî şewban jî qels dike.