Li Sûriyeyê tundî zêde dibe: Di mehek de 26 keş hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, da xuyakirin ku di meha Gulanê de li bajarên cuda 26 kes hatine kuştin û hat diyarkirin ku bûyerên şîdetê asta tunebûna ewlehiyê û belavbûna civakî nîşan didin.

Navenda Nûçeyan – Bûyerên sûc û tudiya ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê zêde dibin, nîşan didin ku tunebûna ewlehiyê û belavbûna civakî li welat her diçe zêdetir û kûrtir dibe. Zêdebûna çekan, qelsbûna mekanîzmayên hiqûqê û ji ber krîza civakî ya ku ji ber şerê bi salan e didome çêbûye, bûye sedem ku mirovên sivîl bi xeterên mezin re rûbirû bimînin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, bi daxuyaniya ku îro weşand, diyar kir ku nelihevkirinên din ava malbatan de, pevçûnên ji ber tolhildan û dozên xwînê dibin sedema kuştina mirovan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku her diçe civak zêdetir ji hev belav dibe, mekanîzmayên ji bo çareseriya pirsgirêkan bi riyên aştiyane her diçe qels dibin.

Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, tenê di meha Gulanê de li bajarên cuda yên Sûriyeyê 25 êrîş çêbûne. Di bûyeran de 2 jin û bebikek di nav de 26 kes mirin e.

Hat diyarkirin ku cinayet li bajarên Hesekê, bejahiya Şamê, Reqa, Dêrezor, Îdlib, Şam, Laziqiye, Heleb û Suweydayê çêbûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, bal kişand ku li welat, zêdebûna kaosa ewlehiyê, bêîstîqrarî û zêdebûna biçekbûnê, rêjeyên sûc zêdetir kiriye, hişyarî hat kirin ku rewşa heyî dê bibe sedema belavbûna aloziyên civakî û her biçe dê bûyerên kuştina mirovan zêdetir bibin.