Li Îranê Pêla zext û cezayên darvekirinê li dijî bersûcên dozên siyasî zêdetir dibe
Îran şahidiya pêla girtin û darvekirinan dike, bi dehan welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din bi hincetên “ewlehiya neteweyî” tên hedefgirtin.
Navenda Nûçeyan – Bi berfirehbûna operasyonên girtinê û sepandina cezayên darvekirinê di dozên siyasî de, Îran şahidiya zêdebûna binpêkirinên ji aliyê rayedaran ve dike, di nava sînordarkirina azadiyê û kêmbûna misogerkirina qanûnî de. Ev yek jî dihêle ku fikarên saziyên mafên mirovan li ser pêşeroja rewşa navxweyî zêdetir bibin.
Di sê rojên borî de, li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên wekî Esfehan, Xuzistan, Sistan, Belûcistan, Fars, Qezwîn, Loristan û Tehranê bi dehan welatî bi hincetên ku bi piranî bi ewlehiyê ve girêdayî ne, di nav de “sîxurtî”, “hevkariya bi hikûmetên dijmin re” û “kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî” hatine girtin.
Fikarên malbatan zêde dibin
Rapor nîşan didin ku gelek girtî li deverên nepenî bi awayekî têkilî bi wan re nayê danîn tên girtin, gihîştina şêwirmendiya hiqûqî, serdanên malbatê û heta agahdariya li ser cihê wan ji malbatên wan re nayê dayîn. Malbat bi berdewamî radigihînin ku ew ji çarenûsa hezkiriyên xwe bê xeber in û fikarên xwe li ser girtina kêfî tînin ziman.
Hat ragihandin ku girtî piştî mehan ji derketina pêşiya dadgehê bi kefaletê hatin berdan û mîqdara kefaletê digihîje çend milyar dolaran. Rewşa girtiyên siyasî yên jin bi taybetî xemgîn e, gelek ji wan bi cezayên girtîgehê yên zêde, zexta ji bo derxistina îtirafên bi zorê û sînorkirinên giran di girtîgehê de re rû bi rû ne.
Di gelek rewşan de, li girtiyên jin deh sal cezayên girtîgehê hatiye birîn. Pêvajoya darizandinê zelalî û gihîştina bi bandor a şêwirmendiya hiqûqî ya serbixwe kêm bûye. Di vê navberê de, malbatên daxwazkaran û xizmên girtiyên siyasî rastî zextên ewlehiyê tên û di hinek rewşan de, rastî gefên bêdengmayîn an jî dozên xwe neşopînin, hatine.
Di rojên dawî de raporên der barê darvekirinên li zindanên Esfahan, Reşd, Ehwaz û Erdebîlê de aşkere dikin ku Hejmarek ji girtiyên siyasî bi tohmetên wekî “şerê li dijî terorê”, “sîxurî” û “hevkariya bi komên muxalefetê re” hatine darvekirin. Her wiha rapor nîşan didin ku dema di navbera girtin û darvekirinê de ji du mehan kêmtir bûye, ev diyarde ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve wekî delîlên “darvekirinên lezgîn” tê binavkirin.
Darvekirin û zêdebûna cudakariya pergalî
Raportên mafên mirovan nîşan didin ku di navbera salên 2017 û dawiya sala 2025’an de herî kêm 766 welatiyên Belûc di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin, piraniya wan ji ber sedemên ne siyasî. Lê belê bi dehan doz bi tohmetên siyasî û ewlehiyê ve girêdayî bûn û di Girtîgeha Navendî ya Zahedanê de hejmara herî zêde ya darvekirinan hat tomarkirin.
Rêxistinên mafên mirovan destnîşan kirin ku ev şêwaz nîşaneya cudakariya pergalî, xizaniya berfireh û nebûna darizandinên adil li deverên marjînalîzekirî ye. Dozên girtinên bê ferman, birina girtiyan ji bo cihên nediyar û înkarkirina têkiliya bi malbatên wan re belge kirine. Di hinek rewşan de, girtî rastî zexta fîzîkî û psîkolojîk a dirêj tên û neçar dimînin îtîrafên bi zorê bikin ku ev yek dibe sedem cezayên giran werin birîn.
Zexta aborî û desteserkirina milkan
Li gorî raporan pêvajoya desteserkirina milkên welatiyan li hundir û derveyî Îranê berfireh bûye. Milkê bi dehan kesan bi tohmetên ewlehiyê hatine desteserkirin an jî cemidandin. Di hinek rewşan de, desteserkirina milkên li hundir û derveyî welat hatiye ragihandin ku li gorî analîstan, ev tedbîr bûye amûrek ji bo zexta ducarî li ser malbatên tawanbaran.
Li hinek bajaran ku di nav wan de Serdeşt û Merîwan hene, rewşa “ewlehiya zêde” hatiye ragihandin û li gelek deveran înternet û telefon hatiye qutkirin. Hinek rapor rewşa penaberên Efgan jî nîqaş dikin, ku gulebaranên li ser sînor dibin sedema mirin û birîndarbûna sivîlên bêçek ku di navbera wan de jin û zarok hene, ji aliyê cerdevanên sînor ve li herêma Kalegan.
Çavdêrên mafên mirovan tekez kirin ku bi zêdebûna aloziyên herêmî û şerên bi wekalet, pirsgirêkên mafên mirovan li Îranê ji civaka navneteweyî kêmtir eleqedar dibin û di danûstandinên siyasî de bi cidî nayên çareserkirin. Ev rewş bûye sedema zêdebûna zextê, zûtirkirina darvekirinan û kêmkirina çavdêriya navneteweyî ya rewşa girtiyan.
Li gorî raporan, Îran bi pêla darvekirin û girtinên girseyî yên hevdem re rû bi rû ye, digel cezayên dadwerî yên dijwar, zextên aborî û tedbîrên ewlehiyê yên zêde. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ev rewş êşa jinan, girtiyên siyasî, malbatên ku li edaletê digerin û deverên marjînalîzekirî girantir dike û her diçe alozî zêdetir dibin.