Armanc ji hilbijartinên Sûriyeyê rewakirina dûrxistin û qelskirina îradeyê ye

Piştî hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê pêla şermezarkirina rewatiya hilbijartinan dest pê kir. Ji ber ku raya giştî û rêxistinên mafên mirovan manîpulekirina parlamentoyê ji bo berjewendiyên hikûmeta veguhêz red dikin.

SÎLAVA EL-ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan – Di navbera sindoqên dengdanê yên sexte û planeke endezyariyê de bi armanca domandina dûrxistinê, hilbijartinên Sûriyeyê krîza rewatiyê kûrtir bûye. Di navbera yekdestdariya serokatiyê ya li ser sêyeka kursiyan û kêmkirina kotaya jinan de, kesayetên pêşeng û denge jinan li dijî hilbijartinê bûye rûpoşek ji bo tayînkirinên ku îradeya gel paşguh dikin û dengê wan ditepisînin, dibin yek deng da ku wan hilbijartinan şermezar bikin. 

Li Sûriyeyê hilbijartinên parlamantoyê yên dawî di nava derdorên siyasî, mafên mirovan û jinan de bûn sedema gengeşe û redkirinê.

Ev alozî ji hêla mekanîzmayeke hilbijartinê ve tên pêşxistin ku desthilatdarî tayînkirina rasterast a 70 kursiyan ji 210 kursiyan (ji sisê yekê parlementoyê) dide serokwezîrê demkî, ji bilî sînordarkirina kotaya pêkhateya Kurd bi tenê ji sedî 20 e. Rêjeyek ku çalakvanên mafên mirovan û siyasetmedar di ronahiya pêlên koçberiyê û krîza kesên neqeydkirî de neheq û nerast dihesibînin.

Dema nûçegihana ajansa me hevpeyvînên taybet der barê lêkolîna aliyên piştperdeyê yên van hilbijartinan digirt rastî şîroveyên cuda hat. Piraniyan nêrînan li ser xalek bûn, wiha dihat gotin: Pêvajoya hilbijartinê tenê rêze tayînkirinên pêşwext e ku hegemonyayê didomînin û raya giştî ji holê radikin.”

Dûrxistina jinan û redkirina namzedan

Endama Osfîsa Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Leyla Ehmed, mekanîzmaya hilbijartinê ya li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rexne kir û geşedanên ku bûne sedem partiya wan ji pêvajoya hilbijartinê vekişe eşkere kir û wiha got: “Di van hilbijartinan de rola jinan bi tevahî tunebû, tenê 100 kes hatin hilbijartin da ku dengên xwe bidin namzedan. Beriya wê, nêzî 200 kes ji bo saziya hilbijartinê ya li Helebê hatin diyarkirin lê piraniya wan hatin redkirin û yên ku berbijêriyên wan hatin qebûlkirin hemû beşên civakê temsîl nakin.”

Leyla Ehmed jî di navbera wan jinan de bû ku navê wan ji aliyê desteya hilbijartinê ve hatibû pêşniyarkirin û hat redkirin, pêşniyara wê ya endamtiyê di heman desteyê de jî hat redkirin.

Leyla Ehmed hilbijartin wekî “bêmaf û ne demokratîk” bi nav kir û tekez kir ku kesên di van hilbijartinan de bi ser ketine ji berê ve hatibûn diyarkirin û ev yek bi awayekî zelal di atmosfera ku pêvajoya hilbijartinê tê de pêk hatiye de diyar bûye û got: “Ev hilbijartin nayên qebûlkirin ji ber ku ew îradeya gel temsîl nakin.”

‘Tunebûna yekîtiyê bandoreke neyînî li ser pêşeroja Kurdên li welat dike’

Her wiha Leyla Ehmed rexne li helwesta Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê ya der barê van hilbijartinan de kir û wiha axivî: “Tevî ku nûnerên Kurdên Rojava di Konferansa Yekîtiya Kurd de hatine avakirin jî Encumena Neteweyî ya Kurd bi rayedarên Şamê re civînên cuda li dar xist. Tunebûna yekîtiyê bandoreke neyînî li ser pêşeroja Kurdên li welat dike, nemaze ji ber ku Şam dixwaze bi riya van civînên takekesî yên bi partiyan re pozîsyona Kurdan qels bike.”

Ev redkirin ne tenê bi aliyê siyasî, meydanî û boykota partiyan li Kobanê ve sînordar e, di heman demê de berfireh dibe û diçe nava kokên destûrî û zagonî yên mekanîzmaya giştî ya  hilbijartinan. Ji ber ku derdorên mafên mirovan dibînin krîz pergalî ye û bi qanûndanînê dest pê dike ji bo xizmeta desthilatdariya cîbicîkar li ser hesabê pêkhateyên Sûriyeyê hatiye çêkirin.

Rexneyên li ser mekanîzmaya belavkirina kursiyên parlamentoyê û kotayan li Sûriyeyê

Parêzer Rozîv Kino jî rave kir ku Sûriye di qonaxeke guherînê re derbas dibe û ji aliyê hikûmeta demkî ve tê birêvebirin, ji ber ku mekanîzmaya hilbijartin pê tê kirin bê bingeheke qanûnî ye, heta daxuyaniya destûrî ya ku van hilbijartinan par rewa kir û destnîşan kir ku bendên têkildarî hilbijartinên parlemantoyê ne li ser bingeha qanûnek zelal in, ne jî ew edaletê li pêkhateyên cûda yên di destûrê de dikin.

Rozîv Kino wiha got: “Dabeşkirina kotayê li ser bingeha pîvanên erdnîgarî û demografîk bûye, ne li ser bingeha pêkhateyên heyî yên li Sûriyeyê ku ev yek di hilbijartinên li bajarên Kobanê û Hesekê pêk hatin de bi awayekî zelal diyar bû. Her wiha rêjeya ji sedî 20 a ku ji bo Kurdan hatiye veqetandin ne rast e, ji ber ku piraniya wan niha ji axa xwe koçber bûne, ji bilî vê yekê ku hinek ji wan hê jî nehatine qeydkirin û kota ji bo gelê Kurd divê 40 kursî li ser bingeha pêkhateyê bene li ser bingeha erdnîgarî be.”

‘Îradeya gel paşguh dike’

Rozîv Kino di berdewamiya nirxandinên xwe de kêmasiyên di pêvajoya hilbijartinê de bi berfirehî şîrove kir û wiha berdewam kir: “Li şûna temsîliyeta rêjeyî, lidarxistina hilbijartinan li ser bingehek erdnîgarî bi zanebûn partiyên Kurdî dixe rewşek qels. Serokkomarê demkî 70 kursiyan ji 210 kursiyan diyar dike, ev tê vê wateyê ku sêyeka parlamentoyê rasterast ji hêla serok ve tê hilbijartin ku ev yek desthilatdariya mutleq dide baskê rêveberiyê li ser biryarên parlamentoyê. Îradeya gel paşguh dike, nemaze ji ber ku serok piraniya kursiyên ji bajaran re hatine veqetandin jî hildibijêre, ev yek dûrxistina raya giştî xurt dike. Gel ji pêvajoya hilbijartinê agahdar nîn e ji ber ku hilbijêr ew kes in ku hildibijêrin ka kî dengê xwe dide.”

Der barê beşdariya jinan de jî Rozîv Kino wiha got: “Dema ku em rewşê bi welatên ji bo dayîna kotaya parlamantoyê ji jinan re xwe dispêrin peymanên mafên mirovan re didin ber hev, em li wir pêşketineke berbiçav dibînin lê Sûriye bi van pêşketinên qanûnî re nagihîje wê astê û mirov kêmbûneke xemgîn dibîne.”

Ev paşveçûna qanûnî û mafî, wekî ku parêzer Rozîv Kino destnîşan kiriye û balkişandina ser marjînalîzekirina “kotaya jinan”, xala hevpar û ya herî dijwar ji bo rêxistinên jinan pêk tîne. Ji ber ku mekanîzmaya hilbijartinê wekî berevajîkirinek eşkere ya destkeftiyên ku jinên Sûriyeyî di salên borî de di rêveberî û rêxistinê de bi dest xistine tê dîtin.

Kotaya jinan rêbazeke dûrxistinê ye

Berdevak Kongra Star a navçeya Şêranê, Nadiye Hiso helwesta rêxistina jinan der barê hilbijartinên parlamentoyê de ku rola jinan kêm kirine de axivî. Nadiya Hiso got: “Hikûmeta Sûriyeyê zihniyeteke îslamî ya radîkal dipejirîne, ev yek bandoreke neyînî li ser qebûlkirin an redkirina hebûna jinan di cihên biryardayînê de dike. Her çendî jin xwedî şiyanên îdarî yên têr bin û ezmûna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînakeke sereke ya pêşengiya wan e, kotaya ku ji jinan re hatiye dayîn, ji sedî 14 derbas nebûye, wekî dûrxistin û qelskirina tevahiya civakê tê hesibandin. Jin nîvê civakê temsîl dikin û dûrxistina wan tê wateya dûrxistina civakê bi tevahî. Nebûna wan di parlamentoyê de bi rêjeyên ku ew heq dikin tê wateya mafên wan nayên parastin û ew ê di bin bandora wan de bimînin. Em ê qebûl nekin ku zihniyeta me bi dehsalan li dijî wê şer kir, xwe bi hesabê dûrxistina me ji nû ve hilberîne.”

‘Rayedarên Şamê hewl didin ji van valahiyan sûdê bigrin’

Nadiye Hiso bal kişand ser rola pêşeng a jinan di ji nû ve yekkirina rêza Kurdî de ku rayedarên Şamê hewl didin ji wan valahiyan sûdê bigrin da ku polîtîkayên xwe derbas bikin û got: “Pêwîstiya me bi yekîtiya rêza Kurdî heye her wiha divê ku valahiyên heyî werin girtin da ku li dijî me weke gel neyên bikaranîn.”

Ev xwendinên siyasî, zagonî û nêrînên jinan li ser heman encamê ne, rewşa hilbijartinê ya heyî li Sûriyeyê daxwazên gel nîşan nade, serdestiya desthilatdariya cîbicîkar xurt dike û krîza dûrxistina pêkhateyan û nebûna edaleta destûrî kûrtir dike.

Di navbera dûrxistina jinan bi riya kotayên neheq, kêmkirina nûnertiya Kurdan û tayînkirina rasterast a siyeka endamên parlamentoyê de, mezintirîn dijwariya ku hêzên demokratîk pê re rû bi rû dimînin, derbaskirina parçebûnê û zêdekirina valahiya siyasî ye. Avakirina paşerojeke bi rastî demokratîk ji bo Sûriyeyê ne bi riya parlamentoyê pêşwext, bi riya yekîtî, naskirina mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê û edaleta ji bo kesên ku di salan bedel dane pêk tê.