li Suweydayê revandina malbatek fikarên civakê zêdetir kir
Li bajarê Suweydayê bûyera revandina malbatek ji bajarokê Qenawat ku du zarok û ajokarê texsiyê jî di nav de ne, bû sedema aloziyeke mezin.
Suweyda – Deverên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bi rewşên xirab û tunebûna ewlehiyê re re rû bi rû ne. Bûyerên revandin û windakirinê her diçe zêde dibin. Ev yek jî fikaran zêdetir dike.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ajansa me ji Suweydayê ragihand duh malbateke ji bajarokê Qenewat ê bakurê Suweydayê ku du zarok jî di nav de ne, yek ji wan pitikek e û ajokarê texsiyê, di dema ku ji bo girtina belge û pasaportên fermî ber bi paytext Şamê ve diçûn, hatin revandin.
Di navbera kesên hatin revandin de pitekek biçûk jî heye
Çavkaniyên herêmî ji nûçegihana me re ragihandin ku kesên hatine revandin ev in: Raêd Kemal Zên El-Dîn, hevjîna wî Sîba Zerîfa, zarokê wan ê 12 salî Fecr Zên El-Dîn, pitika wan a heşt mehî Meter Zên El-Dîn û ajokar Sefwan El-Qedmanî ne.
Li gorî heman çavkaniyan, li ser riya Şam-Suweydayê ew kes hatine revandin, çekdaran wesayîda ku malbat tê de bûye rawestandine û kesên tê de birine cihekî nediyar.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî bûyerê, kesên endamên malbatê revandine bi telefona Raêd Zên El-Dîn ê revandî bi malbatên wan re têkilî danîne û daxwazên xwe ji wan re gotine.
Bûyera revandina malbatê li Suweydayê bû sedema alozî û nerazîbûnê, di demeke ku daxwazên gel ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên revandî û misogerkirina serbestberdana wan de hene nemaze ji ber hebûna pitikek di nava endamên malbatê de.