UN Women: Biryarên nû jiyana jinan di bin siya Talîbanê de dihêlin

Rewşa jinên li Efganistanê, ji ber biryarnameya nû ya Talîbanê ya têkildarî sînorkirinên jinan xirabtir dibe û ev yek di qada navneteweyî de bû sedema fikarên mezin. Çavdêr, hişyarî dikin ku wê tundî û cudakarî zêde bibin.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku di sala 2021’an de Efganistan ji aliyê Talîbanê ve hat desteserkirin, mafên jinan ên mayî jî paşve çûn. Biryarnameya dawî ya hate weşandin, sînorkirinên zêdetir li ser jinan ferz dike, metirsiya tundî û cudakariyê zêde dike û pratîkên ku civakê kategorîze dikin xurt dike.
Talîban piştî vekişîna hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, li Efganistanê bû desthilatiya nû. Qanûnên ku mafên jinan bi giranî sînordar dikin, tavilê bicîh anîn. Ev rêzikname, sînorkirinên temenê ya li ser perwerdê, sînorkirinên li ser gihîştina qadên giştî û tengkirina derfetên kar vedihewîne. Ev pêkanînên ku bi salan e didomîn, hê jî bandorek giran li ser jiyana rojane ya jinan dikin.

‘Rêveberiya heyî li ser şîrovekirinek hişk a qanûna Şerîetê ye’

Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), di daxuyaniya xwe ya di 26’ê Sibatê de, fikarên xwe yên cidî yên li ser polîtîkayên Talîbanê anî ziman. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi biryarên nû re pêkanînên li dijî jinên Efgan, ji nû ve tên sepandin û jin rastî gefa tundiyê tên.
UN Women, diyar kir ku Talîban di rêvebirina welat de bi zehmetiyên zêde re rû bi rû ye û bi taybetî li dijî mafên jinan helwestek hişktir nîşan dide. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêveberiya heyî li ser şîrovekirinek hişk a qanûna Şerîetê ye û bi pirsgirêkên ewlehî, aborî û civakî ve sînordar e. Her wiha hat gotin ku bi Pakistanê re qeyranên sînorkirî û pevçûnên leşkerî tên jiyîn.

‘DAIŞ li Efganistanê ji nû ve derketiye holê’

UN Women, destnîşan kir ku DAIŞ li Efganistanê ji nû ve derketiye holê û bi Talîbanê re li ser bingeha heman îdeolojiyê pêşbaziyê dike û ev yek jî rewşa ewlehiyê ya welat zêdetir aloztir dike. Rêxistina Jinan a NY’ê, da zanîn mafê jinan heye ku bêyî tundî û cudakariyê bijîn û divê çarçoveyên qanûnî van mafan biparêzin û got: “Biryara nû cezayên li dijî jin û mêran ji nû ve pênase dike, civaka Efganistanê kiriye 4 kategoriyan û biryar ji hêla lîderê Talîbanê ve hate pejirandin. Di salên dawî de Talîban qanûn û fermanên ku perwerde û karê jinan sînordar dikin bicîh tîne. Sînordarkirina perwerdeya zarokên keç ên ji temena 12 salî mezintir, tepeserkirina dengê jinan li derveyî mal û ferzkirina sînorkirinên li ser qadên giştî û pîşeyan hinek ji wan biryarên Talîbanê ya li dijî jinan e.”

‘Biryarên nû jiyana jinan di bin siya xwe de dihêle’

Hikûmeta Talîbanê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên mîna darvekirinên aşkera, bêdengkirina muxalifan, astengkirina gihîştina agahdariyê û qutkirina înternetê tê rexnekirin.
Nûnera Taybet a Jinan a NY’ê ya li Efganistanê Sarah Ferguson, destnîşan kir ku biryarên nû jiyana jinan di bin siya xwe de dihêle, carna jinan neçar dike ku ji bo muameleya xirab belge bikin ebayan li xwe bikin û refakatvanên mêr bi xwe re bigerînin.