DEKUP: Divê tavilê gavên pêwîst bên avêtin

DEKUP’ê, der barê 1’emîn salvegera banga 27’ê Sibatê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gavên ku divê dewlet biavêje hatin rêzkirin.

Wan- Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, di salvegera 27’ê Sibata 2025’an a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniya li Qada Bajêr hate dayîn pankarta ku wêneyê nû yê Abdullah Ocalan û nivîsa “Bi Rêberê azad ber bi civaka demokratik ve” li sere bû hate hilgirtin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Veysî Dîlekçî daxuyanî da û bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan, di tecrîda Îmraliyê de daxuyaniyekî dîrokî da. Îro di salvegera 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî nû kir, qala qonaxa pêvajoyê kir û bi awayekî zelal îrade û biryardariya xwe îfade kir.”

‘Divê di destpêkê de mafê hêviyê bê cîbicîkirin’

Veysî Dîlekçî anî ziman ku aştî ne yakalî ye û wiha pê de çû: “Gava ewil a pêwîst azadiya rêzdar Abdullah Ocalan û dabînkirina mercên xebata azad e. Divê di destpêkê de mafê hêviyê bê cîbicîkirin. Em bi îradeya rêzdar Ocalan bawer in. Divê tavilê gavên pêwîst bên avêtin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.