Li Îraqê çalakiya şeva çandî ya ji bo xurtkirina hebûna jinan a di qada giştî de

Navenda Riwak li Bexdayê çalakiyeke şeva çandî li dar xist ku girîngiya qadên çandî were destnîşankirin, hebûna jinan di qada giştî de were xurtkirin û rola sembolên çandî ya di bîra neteweyî de bê nîşandan.

Iraq- Projeya "Tâ" ku piştgiriyê dide rola jinan, duh li Navenda Riwak a Bexdayê bi hevkariya Weşanxane û Belavkariya Riwak, şevek çandî li dar xist. Çalakiya ku bi hevkariya Daîreya Karûbarên Çandî ya Şaredariya Bexdayê hate lidarxistin, mijarek mîratî û rewşenbîrî bû ku atmosfera xaniyên kevin ên Bexdayê nîşan dida. Armanca çalakiyê, destekkirina qadên çandî û xurtkirina hebûna jinan a di qada giştî de bû.

‘Ev cîh di dîmena çandî ya Îraqê de pozîsyona xwe wek deverên çalak xurt dikin’

Di rûniştina bi navê "Rûniştin" de, di bin serokatiya Dr. Şehad el-Rubaî de nîqaşek zindî li ser rola saziyên çandî di vejandin û parastina xanîyên mîratî de hate lidarxistin. Beşdaran girîngiya avakirina hevsengiyek hişmend di navbera parastina mîrateya bajarî û nûkirina hebûna wê ya di jiyana çandî ya hemdem de tekez kirin. Beşdaran destnîşan kirin ku ev cîh di dîmena çandî ya Îraqê de pozîsyona xwe wekî deverên çalak xurt dikin.

‘Parastina mîratê berpirsiyariyeke sazûmanî ye’

Seroka Beşa Karûbarên Çandî ya Şaredariya Bexdayê Xewla Musa el-Xezrecî, destnîşan kir ku erkên şaredariyê ne tenê bi rêyan ve sînordar in, di heman demê de parastina mîrateya çandî û nirxên madî û nemadî yên bajêr jî dihewîne. Xewla el-Xezrecî diyar kir ku mîrata madî bi taybetî xanîyên mîratî û deverên dîrokî dihewîne û eleqeya ji bo van deveran ji bûyerên 2003’an vir ve zêde bûye. Xewla ragihand ku xebata di warê çandî de xebata meydanî hewce dike û wekî jinek, ew bi pirsgirêkên wekî veguhastin, astengiyên darayî û budçeyên nebaş re rû bi rû dimîne. Wê tekez kir ku xanîyên kevin û xirabe hewceyî piştgiriyek domdar in û her çend piştgiriya darayî sînordar be jî, piştgiriya ehlaqî pir girîng e. Şaredariya Bexdayê û parêzgar jî piştgiriyê didin vê sektorê.

Mîrateya Îraqê bîranîna nifşan e

Neviyê helbestvan Mihemed Mehdî el-Cewahîrî Ban Firat el-Cewahîrî jî, serbilindiya xwe bi hebûna nifşek nû ya ku bi mîrata Îraqê re eleqedar e anî ziman. Ban Firat el-Cewahîrî diyar kir ku ev ji bo veguheztina nasnameya Îraqê ji nifşên pêşerojê re girîng e. Ban Firat destnîşan kir ku odeya destnivîsan li Mala Mihemed Mehdî el-Cewahîrî ne tenê odeyeke mêvanan a asayî ye, wekî parlementoyek biçûk jî kar dike ku helbestvan, nivîskar û siyasetmedar rojane lê dicivin. Wî zêde kir ku ev ode kombûna Îraqeke yekgirtî temsîl dike û ev cih ne tenê beşek girîng e ji bo parastina Mala Cewahîrî, di heman demê de tevahiya dîroka Îraqê ye jî.