Li Xezayê pergala tendirustiyê hilweşiya: 18 hezar nexweş li benda tehliyekirinê ne

Li Xezaya ku ji ber şer bi tevahî hilweşiyaye, bi hezaran nexweş ji bo dermankirinê li benda tehliyekirinêne. Bi sedhezaran kesên ku ji cihê xwe hatine derxistin li herêmên hilweşiyayî bi nexweşiyên şewbê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan- Li Zîvala Xezayê ji ber encamên şer ku kevir li ser kevin nemaye, gel ji aliyê mercên jiyanê ve di nava zoriyan de ye. Hilweşîna binesaziyê û tunebûna saziyên civakî, bûn sedem ku bi hezaran malbat nikaribin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin bi tabloyeke gelek giran re rûbirû mane.

Sekretere Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyek diyar kir ku li Zîvala Xezayê, 18 hezar nexweş û birîndarên ku 4 hezar ji wan zarok in hene, ji bo dermankirinê divê werin tehliyekirin. Hat diyarkirin ku ji ber pergala tendirustiyê hilweşiyaye û Îsraîl derketina nexweşan ji bajar asteng dike, rewş heta tu bibêjî krîtîk e.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku astengiyên Îsraîlê yên li deriyên sînoran û tevgera giran a koordinasyona tibî, jiyana bi hezaran mirovan dixe xeterê. Hat diyarkirin ku ji ber li Xezayê derfetên tibî nemane, rewşa gelek nexweşan xirab dibe.

Li gorî raporên NY’ê di navbera kesên ku li benda tehliyeya lezgîn a tibî ne de kesên di bombebaran û operasyonên leşkerî de birîndar bûne ne, ji ber hilweşîna pergala tendirustiyê gelek nexweşên penceşêrê, diyalîzê û ji ber kêmbûna malzemeyan gelek nexweş di xeterê de ne.

Jiyana nexweşxan di xeterê de ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xezayê çend nexweşxaneyên heyî, pir di ser kapasîteya xwe de dixebitin, kêmasiya derman û şewateyê pir zêde ye û wiha hat gotin: “Bi taybetî li beşên lênêrina giran û servîsên bitikên nûweildî, ji ber kêmasiyan gefek mezin li ser nexweşan heye. Divê ji bo bûyerên krîtîk pêvajoyên tibî werin lezgînkirin, korîdorên mirovî werin vekirin. Dermankirina nexweşan mafê bingehîn e.”

Konên bi sedan kesan di bin avê de man

Di daxuyaniya Şaredariya Xezayê de jî hat diyarkirin ku ji ber barana zêde, li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê konên bi sedan kesên bêmal di bin avê de mane û wiha hat gotin: “Ji dema destpêka şer ve heta niha bi hezaran malbatên ku di konên peritandî û avahiyên hilweşiyayî de dijîn, hene û bi vê baranê rewşa wan xirabtir bûye. Ava lehiya baranê bû sedem ku kamp û cihê mirov lê dimînin di bin herî û bermahiyan de bimînin. Ev yek bi taybetî li herêmên ku nifûsa wan zêde ye, mercên tendirustiyê û hawirdorê xirab in bi bandortir e.”

Hejmara nexweşan zêde dibe

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku konên ku bi hezaran kes li wan dimînin, li gorî mercên hewayê nîn in, ava baranê dikeve nava konan, zirarê dide eşyayên malbatan û nava konan tije ax dibe. Her wiha ji ber ku derfetên germkirinê tunene, gelek zarok û extiyar bi şewbê ketine.

Li Zîvala Xezayê ku xwedî nêzî 2.4 milyon nifûsî ye nêzî 1.9 milyon mirov bêmal mane. Van kesên ku malên wan di şer de rûxiyane, ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar, di konên peritandî de ji bo jiyanê têdikoşin.