TJA: Divê Meclîs berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne
TJA’yê têkildarî 1’emîn salvegera 27’ê Sibatê daxuyanî da û got: “Ji bo bidawîbûna şer û tundiyê, ji bo avakirina aştiyeke rasteqîn û birûmet, divê Meclîs berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Û êdî dem nemaye ku were windakirin.”
Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî 1’emîn salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:
Salek di ser banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re derbas bû. Ev bang; di pêvajoyeke ku polîtîkayên zext û tundiyê yên li Tirkiyeyê, sepanên antî-demokratîk gihîştibûn lûtkeyê, jin û gel di nav atmosfera tundî û kaosê ya ku ji aliyê siyaseta dij-Kurd ve hatibû afirandin de dihatin hepskirin û bêhêvîtî û tirs di nav civakê de belav dibû de, hêvî, bawerî û wêrekiya ku jiyaneke din pêkan e, ji nû ve şîn kir.
‘Bû gava şikandina ezberên sed salî yên komarê’
Nexasim di zemîneke ku rojane 6 jin dihatin qetilkirin, jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin dihatin girtin, xizanî li ser jinê hatiye ferzkirin, zarokên keç bêparastin dihatin hiştin û ev hemû wekî karakterê dewletê veguherîbûn polîtîkayên rewakirinê, ji bo pergaleke demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê, çareserî dîsa di vê bangê de derket holê. Çareserkirina pirsgirêkên civakî di asta hiqûqî û siyasî de, ew çareserî bû ku birêz Ocalan bi salan e di pirsgirêka Kurd de nîşan dida. Gotina Bahçeli ya di Cotmeha 2024’an de ku ji birêz Ocalan re digot ‘Bila bê di Koma DEM Partiyê de biaxive’ bersivek bû ji bo muxatabiya birêz Ocalan a bi salan e lê digeriya. Her wiha ev gotina Bahçelî di mijara çareseriya parlamentoyê ya pirsgirêka Kurd de ji aliyê dewletê ve bû gava şikandina ezberên sed salî yên komarê.
Di berdewamiyê de, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de bi banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re, eşkerekirina şert û mercên derketina PKK’ê û hincetên biryara fesixkirinê, ragihandina serdemeke nû ya têkoşînê bû. Got ku înkar û îmha hatiye pûçkirin, niha dor hatiye avakirina civaka demokratîk. Ji bo ku sedsala 21’an bibe ‘sedsala aştiyê’ bi dawîkirina sedemên derketina pirsgirêkê û sedsala şer û pevçûnan a ku mohra xwe li vê serdemê dabû, xeteke nû ya têkoşînê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ku di navenda Rojhilata Navîn de ye, pêşkêş kir. Di navenda Rojhilata Navîn de têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku ev du sed sal in her tim krîz û pevçûn çêdikirin, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û azad ji nû ve destgirtin û naskirina hebûna hemû nasname, çand û baweriyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Kurdan û misogerkirina azadiya wan, diyar kir ku ev yek bi avakirina komareke demokratîk pêkan e.
‘Hebûna jinan, xwezayê, Kurdan û baweriyan dê rasterast ji aliyê civakê ve were parastin’
Analîzên birêz Ocalan yên weke ‘Pêdiviya civaka demokratîk ji bo me nebênabe ye. PKK ya ku di dîroka komarê de tevgera herî dirêj û berfireh a serhildan û tundiye; dîtina hêz û bingeha wê, ji ber girtîbûna kanalên siyaseta demokratîk bûye. Rêzgirtina ji nasnameyan re, xwe bi azadî îfadekirin û bi awayekî demokratîk rêxistinbûna wan, avabûnên sosyo-ekonomîk û siyasî yên ku her beş ji xwe re wekî esas digirin, tenê bi hebûna civaka demokratîk û qada siyasî pêkan e. Sedsala duyemîn a komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin, dikare bibe xwedî berdewamiyeke mayinde’ berê herkesî dide demokrasiyê. Ev gotin ji aliyekî ve dihate wateya ku siyaset û hiqûq cihê çekê bigire û meclîs di vê mijarê de berpirsiyariyê bigire ser xwe. Ji aliyê din ve, di pergaleke wisa de hebûna jinan, xwezayê, Kurdan û baweriyan dê rasterast ji aliyê civakê ve were parastin. Ev bangawaziyek ji bo hemwelatiya çalak bû ku azadiyên di bin garantiya civaka demokratîk de ne, dê dîsa ji aliyê civakê ve werin avakirin.
‘Bang li jinan, gelan û civakê dikir ku erka xwe bi cih bînin’
Banga Aştî û Civaka Demokratîk tenê bangawaziyek ji bo dewletê nebû. Li dijî pergala kapîtalîst a mêrperest, di avakirina pergala ‘demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê’ de bang li jinan, gelan û civakê dikir ku erka xwe bi cih bînin. Ev erk, hevaltiya jinê ya Birêz Ocalan ê ku pîvana sosyalîstbûnê bi nêzîkatiya li hemberî jinê diyar dike û dibêje “yê ku nizane bi jinê re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst”, careke din nîşan da. Di avakirina civaka demokratîk de axaftina bi jinê re ji pratîkeke rojane derxist û gihand heqîqeta ku ziman ew hêman e ku hemû têkiliyên civakî, siyasî û aboriyê diyar dike.
Em jinan jî di pêvajoya salekê ya derbasbûyî de, ji bo parastin û azadkirina jiyana xwe, ji bo veguherîna hemwelatiyên azad ên neteweya demokratîk, bi zihniyet û rêxistinbûna xwe em xwedî li vê bangê û pêvajoyê derketin. Bi vî awayî, zihniyeta jinên Kurd a ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka azadî û wekheviya jinê cuda nînabîne, bi Manîfestoyê re hevdîtineke bêhempa jiya. Ne tenê rê, lê ka dê di vê rêyê de çawa were meşîn jî bi civak û jinan re gihîşt hev. Lê belê ji bo me ev hevdîtin hîna temam nebûye. Em pratîkbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, meşandina wê ya li gorî armancê, azadkirina gelê Kurd û jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn, bi şert û mercên azadiya fizîkî û hevdîtina mutleq a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a bi civakê re ve girêdayî dibînin. Wekî TJA, ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyeke rastîn, em bang dikin ku şert û mercên azadiya fizîkî di zûtirîn dem de werin peyda kirin.
‘Ne tenê jin, hemû kes ji analîzên Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan berpirsiyariyê derdixe’
Ne tenê jin, her kesê ku emrê xwe di rêya demokrasiyê, azadiyan û wekheviyê de xerc kiriye, ji analîzên Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan berpirsiyariyê derdixe û di rêya xwe de berdewam dike. Di nava salekê de PKK’ê bersiveke erênî da bangê, kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û xwe fesix kir. Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi pêşengiya Bese Hozat 30 gerîlayan çekên xwe îmha kirin û diyar kirin ku ew amade ne tev li siyaseta demokratîk bibin. Dîsa di 26’ê Cotmeha 2025’an de komek gerîla ragihand ku ew ji Tirkiyeyê vedikişin û gava şert û merc çêbibin dê tev li siyaseta demokratîk bibin.
Tevî van geşedanên dîrokî, tevî ku salek derbas bûye û diyalog berdewam dikin jî, hîna nevekirina kanalên siyaseta demokratîk, nemeşandina xebatên Komîsyona ku di Meclisê de hatiye avakirin bi rengekî bi bandor û pratîk û bi giranî girtina berpirsiyariyan ji aliyê hikûmetê ve, di nav civakê de li hemberî pêvajoyê bêbawerî çêkir û nehişt piştgiriyeke xurt derkeve. Her çend Komîsyonê di 18ê Sibata 2026’an de rapora xwe temam kiribe û banga sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst li parlamentoyê kiribe jî, yekalîbûna gavan û neavêtina tu gaveke berbiçav a hiqûqî û siyasî ji aliyê dewletê ve hîna nehatiye şikandin. Bêguman di Çileyê 2026’an de êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û rola welatên cîran û hêzên hegemonîk di van êrîşan de, bêbawerî kûrtir kir. Lê belê rola Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan ku bi perspektîfa çareseriya demokratîk mudaxele kir, bi muzakereyên siyasî hişt ku hebûna Kurd a li Rojava, destkeftî û pergala jinê dîsa bikişîne qadeke parastî. Li Tirkiyeyê dema behsa aştiya bi Kurdan re tê kirin, di heman demê de li Rojava pêkanîna êrîşên li ser hebûna Kurd careke din ev yek nîşanî me da; heta ku civaka demokratîk a ku di heman demê de tê wateya xweparastinê, bi hemû mekanîzmayên xwe nebe fermî, di serî de Kurd û jin hemû beşên civakê dê her tim bi rîska qetlîaman re rû bi rû bimînin.
‘Divê Meclîs berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne’
Lêbelê, tam niha, di vê dema ku diyalogên ji bo aştiyê berdewam dikin, erkên herî lezgîn ê dewletê ji bo gelê Tirkiyeyê, ku bi dehan salan e polarîze bûye û pirsgirêkên wî yên civakî ji ber vê polarîzebûnê kûrtir bûne, ew e ku rêziknameyên yasayî û siyasî biafirîne ku dê bihêle Kurd bi nasname û çanda xwe bijîn; jin îradeya xwe ya azad bikar bînin; û hemî beşên civakê bêyî gefa tepeserkirina baweriyan, serdestî an hiyerarşiyê beşdarî jiyanê bibin. Ji bo bidawîbûna şer û tundiyê, ji bo avakirina aştiyeke rasteqîn û birûmet, divê Meclîs berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Û êdî dem nemaye ku were windakirin.
‘Ji bo serkeftinê em ê berpirsyariya xwe bicih bînin’
Wekî encam, di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de, em wekî jin girîngiya pêşengiya jinê di avakirina civaka demokratîk de û rola xwe ya pêşengiyê ya îdeolojîk, polîtîk û pratîk ji bo civakeke komunal, demokratîk û sosyalîst a ku azadiya jinê esas digire, zelaltir dibînin. Em di wê zanabûnê de ne ku hêza li ser maseya aştiyê dê bi rêxistinbûna civakî mezin bibe. Li ser vê bingehê, dema ku em têkoşîna xwe di zihniyet û çalakiyê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêkanîna aştiyê û ji bo ku dewlet gavên hiqûqî û siyasî yên pêwîst biavêje bilind dikin; em careke din îfade dikin ku ji bo serkeftina pêvajoyê em ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.”