Tora Jinên Iraqê: Divê dudiliyên di Peymana CEDAW’ê de bê rakirin

Tora Jinên Iraqê, rapora xwe ya 3’emîn a ji bo Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) weşand.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Li Iraqê di ronahiya zehmetiyên domdar ên jin pê re rû bi rû dimînin û veguherînên qanûnî û civakî yên bandor li mafên jinan dikin de, Tora Jinên Iraqê rapora xwe ya sêyemîn ya rewşa heyî ya jinan çavderî dike û girîngiya xebatên hevbeş tevgera jinan destnîşan dike, weşand.

Tora Jinên Iraqê, îro 1’ê Mijdarê li Bexdayê, di çarçoveya projeya "Zêdekirina Kapasîteya Tor û Hevpeymanên Jinan ji bo Çavdêrîkirin û Nirxandina Pêşketinê ya di Bicîhanîna Peymana CEDAW’ê de" de rapora xwe ya sêyemîn a siyê pêşkêş kir.

Di raporê de rewşa jinan li Iraqê ya di navbera salên 2019 û 2024’an de hate nirxand û ji bo pêşkêşkirina di rûniştina 92’emîn a Komîteya CEDAW ya di Sibata 2026’an de li Cenevreyê bê li dar xistin de, hate amadekirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê aktîvîsta mafên mirovan Hanaa Adour ve hate kirin. Hanaa Adour, encamên Konferansa Neteweyî ya di meha Cotmehê de li Bexdayê hate lidarxistin parvekir û diyar kir zêdetirê 140 jinên ji parêzgehên cûda yên Iraqê beşdarê konferansê bûn.

Hevgirtina jinên li Sûdan, Yemen, Sûriye û Lîbyayê

Piştre pirsgirêkên bingehîn ên jin pê re rû bi rû dimînin û bi taybetî jî guhertina sala 2025’an a Qanûna Rewşa Kesane ya Hejmar 1’an, bandora wê li ser mafên malbat û zarokan û rola tevgera jinan a di hilbijartinan de hate nîqaş kirin. Torê, her wiha peyamek hevgirtinê ji jinên li Sûdan, Yemen, Sûriye û Lîbyayê re şand û têkoşîna wan a li dijî zilmê li ser welatên wan pîroz kir û êrîşên li dijî jinan şermezar kir.

‘Ji bo lêkolînerên ciwan û piştgiriya zanistî ya tevgera jinan derfetek mezin e’

Nûnera Weqfa Friedrich Ebert Rasha Rashîd, destnîşan kir ku rapora Tora Jinên Iraqê ne tenê belgeyek nirxandinê ye, di heman demê de ji bo perwerdehiyan lêkolînerên ciwan û piştgiriya zanistî ya ji tevgera jinan re derfetek mezin e.

Dîrektora Îcrayê ya Tora Jinên Iraqê Amal Kabashî, pêvajoya amedekirina raporê û sernavê wê ya “Jinên Iraqî û Mafên wan: Xetera Paşveçûnê ya di Wekhevî û Edaletê de” vegot.

Di raporê de hate destnîşankirin ku dewlet di çareserkirina cudakariyê de têk çûye, bersiva çavdêriyên dawîn ên CEDAW’ê yên 2014 û 2019’an nedaye û dudiliyên di Madeyên 2(f), 2(g), û 16 ranekiriye. Her wiha di raporê de hate destnîşan kirin ku hin raporên hikûmetê madeyên CEDAW’ê mîna "ji bo malbata Îslamî xeterek” bi nav dikin û ev yek bûye sedema derengketina pêvajoyên pejirandinê û fikarên berfireh ên rêxistinên civaka sivîl.

Seroka tîma neteweyî ya raporê amade kir Hanaa Hamud jî, bendên Biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya li ser Jin, Aştî û Ewlehiyê, guhertinên li Qanûna Cezayê ya bi Hejmara 111’an a 1969’an û Qanûna Fihûşê û lihevhatina qanûnên Iraqê ya bi Peymana CEDAW’ê re, nirxand.

Her wiha di raporê de tundiya li dijî jin û zarokên keçan, beşdariya siyasî, rewşa kesane û qanûna Şerîetê ya Ce'ferî, rewşa jinên mexdûrên sûcên DAIŞ’ê, cînayetên namûsê, tundiya aborî û rewşa dadweriya serbixwe û saziyên serbixwe, derketin pêş. Her wiha beşdariya jinan a ji bo rêveberiyên herêmî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hate nirxandin.

Konferans, bi pêşkêşkirina raporê û nîqaşkirina pêşniyarên ji bo çavdêriyên dawî yên Komîteya CEDAW’ê ku dê piştî pêşkêşkirinê werin weşandin, bi dawî bû.