‘Rondikên çavên jinek’ xelata berhema herî baş a bi zimanê dayîkê girt
Ji ber serkeftina di warê derxistina pêş a nasnameya Kurd de nivîskara Kurd Fewziya Beşara, di çarçoveya Festîvala Îranê de bi pirtûka xwe ya bi nave “Rondikên çavên jinek”layîqê xelata berhema wêjeyî ya herî baş a zimanê dayîkê hat dîtin.
Navenda Nûçeyan – Fawziya Başara ya ku di wêjeya Kurd de yek ji pêşengên herî baş ên çîroknûsan tê zanîn û bi zaracayê Krosî dinivîsîne, yekem jin e ku bi vî zaravayî çîrok û roman dinivîsîne. Ji ber vî aliyê xwe, berhema wê ya bi navê “rondikên çavên jinek, di wêjeya nûjen a Kurdî de balê dikşîne ser xwe.
Xelata berhema herî baş a bi zimanê dayîkê
Fawziya Beşara ya ji bajarê Bijar ê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Sineyê dijî di Festîvala Wêjeya Îranê ya 24’emîn a ku roja 31’ê Cotmehê hat lidarxistin de layîqê xelata berhema herî baş bi zimanê dayîkê hat dîtin.
Nivîskar bi pirtûka xwe ya bi navê “Rondikên çavên jinek” ku di sala 2022’yan de hat çapkirin û dû re ji aliyê wergêra Fars, Mestûre Derxşî ve hat weşandin layîqê xelatê hat dîtin. pirtûk bi vegotina xwe ya baş û bi hêz û bi zimanê kuz iman û çanda Kurd bi kûrahî nîşan dide derket pêş.
Yekem jina ku bi vî zaravayê dinivîsîne
Vê serkeftinê, di rêwîtiya wêjeyî ya Fawziya Beşara de weke xala werçerxê tê nirxandin lewre ew yekem jin e ku bi zaravayê Krozî, çîrok û roman dinivîsîne. Ji ber vê yekê xelata ku girtiye, hem ji aliyê Kurdan ve hem jî aliyên çandê yên Îranê ve deng veda.
“Rondikên çavên jinek”, berhemek e wêjeyî ye. Weke berhema jinek ku tecrubeya jiyana xwe bi kûrahiyek mirovî û çandî girtiye dest tê pênasekirin. Çîrokên di pirtûkê de, nasnameya jinan, zoriyên jiyana rojane û cihê wan ê di nava jiyanê de bi zimanekî sade lê bi bandor vedibêje.
Zaravayê Krosî (Krosî an Kurrasî), nêzî koma zaravayên Kurdî Goranî/Dimilkî ya. Li Rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Bi taybetî li Bijar, Sine, Kirmaşan û hinek gundên derdora wan ji aliyê extiyaran ve hê jî pê te axaftin.