Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê 13’emîn konferansa xwe li dar xist
Li wargeha penaberan a Mexmûrê 13’emîn konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya ‘Li Şehîdan Xwedîderketin Bi Avakirina Civaka Demokratîk û Komînal Pêkane’ hat lidarxistin.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 13’emîn konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya ‘Li Şehîdan Xwedîderketin Bi Avakirina Civaka Demokratîk û Komînal Pêkane’ hat lidarxistin. Konferans, li salona konferansê hat pêkanîn û du rojan berdewam kir. Herwiha konferans diyarî fedayiyên Tevgera Azadiyê cangorî Rojger Hêlîn û Asya Alî hat kirin.
Konferans, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Bilehî axaftina vekirinê kir.
‘Konferans piştgirîdayîna pêngava Rêber Apo ye’
Elî Bilehî konferansê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Divê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de lidarxistina konferansa Malbatên Şehîdan piştgirîdayîna pêngava Rêber Apo ye. Li ser wî esasî em konferansê di salvegera şehadeta wan de diyarî Şehîd Rojger û Asya dikin. Em di kesayeta wan de hemu şehîdên têkoşîna azadiya Kurd bibîrtînin.”
Piştî axaftina vekirinê, dîwana konferansê hat hilbijartin.
Di roja yekem a konferansê de bi rêzê ve, sînevîzyona ku li ser cangorî Rojger Hêlîn Asya Alî hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Her wiha piştî sînevîzyonê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Piştre rapora kar û xebatan a du salan ya Komîteya Malbatên Şehîdan hat xwendin. Herwiha peyamên ku ji Şengal û çar aliyên Kurdistanê hatîn, hatin dayîn û xwendin.
Di roja duwem a konferansê de rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin. Piştî nirxandinan rêzikname û pêşnûmebiryar hatin xwendin û erêkirinê re hatin derbas kirin. Piştre ji bo hilbijartina hevserokên Saziya Malbatên Şehîdan desteya disiplînê hilbijartin kir. Encama hilbijartinê de Qedrî Şirîşeyî û Evîn Tayboxa wek hevserok hatin hilbijartin.
Herî dawî axaftina girtinê ji aliyê Qedrî Şirîşeyî ve hat kirin û konferans bi dawî bû.
Têkildarî armanca konferansê endama Komîteya Malbatên Şehîdan Hezar Nerexî ji ajansa me re axivî.
Hezar Nerexî destpêkê cangoriyên tevgera azadiyê Asya Alî û Rojger Hêlîn bibîranî û ev tişt got: “Me bi konferansê armanc kir ku nirxandinên kar û xebatên du salan bikin. Kêm û kurtiyên ku hatine jiyankirin, hatin nîqaşkirin. Kar û xebatên ku pêşiya me ji bo du salan bi kîjan awayî bimeşe, bi taybet emê çawa bikarin li şehîdên xwe xwedî derkevin, hatin nirxandin. Herwiha pêvajoya ku dibin rêbertiya Rêber Apo de hatiye destpêkirin jî hat nirxandin. Xalên ku derketin pêş jî ew bûn ku xwedî derketina şehîdan û rexnedayîna li hember Rêbertî, şehîd û tevgerê bûn.”
‘Emê di xeta Rêber Apo û şehîdan de têkoşîna xwe mezintir bikin’
Hezar Nerexî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber giraniya pêvajoyê pêwîste kar û xebatên me bileztir bibin. Ji bo ku em bikarin xwedî li keda xwe, tevger û Rêbertiya xwe derkevin. Armancên me mezinin, hêviyên me jî mezinin. Em di wê hêviyê de ne ku encamên ji konferansê derkevin wê ji bo her çar aliyên Kurdistanê bibe bingehek avakirina civaka komînal û demokratîk. Emê di xeta Rêber Apo û şehîdan de têkoşîna xwe mezintir bikin û kar û xebatên xwe bibin asta herî bilind.”