Li Mexmûrê bi daxuyaniyekê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li Wargeha Pênaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê salvegera 11’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîroz kirin.
Mexmûr – Bi boneya salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê niştecihên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi daxuyaniyekê ev roj pîroz kirin û ev roj diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdên şoreşê kirin.
Daxuyanî bi tevlîbûna niştecihên wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmurê Nudem Yaman ve hate dayîn.
‘Gelê Rojavayê Kurdistanê gelekî ku girêdayî çand û nirxên xwe ye’
Nudem Yaman di destpêka axaftina xwe de ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdan pîroz kir û wiha axivî: “Bajarê Kobanê him di wateya erdnigariya xwe him di wateya berxwedaniya xwe de bajarekî pir girîng ê gelê Kurd e. Ji ber vê yekê hezên dagirker û xwînmij bi reya DAIŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin ku gelê vir gelekî ku girêdayî çand û nirxên xwe bû û xwestin giştî Rojavayê Kurdistanê û taybet jî bajarê Kobanê dagir bikin. Di destpêkirina rizgarkirina Kobanê de ciwanên Wargeha Mexmurê jî pêl bi pêl berê xwe danê wê berxwedanê ku ji bo rizgarkirina Kobanê bibin dengek û erka xwe ya mirovî pêk bînin.”
‘Ger îro em dikarin ber bi azadiyê bimeşin ev bi saya wan şehîdane’
Nudem Yaman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê û taybet a bajarê Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana Kobanê ya ku di bin pêşengtiya Şehîd Zehra, Şehîd Gelhat û Şehîd Arîn Mîrkan de hatî meşandin xwe di hişmendiya DAÎŞ’ê de teqand û îro gelê Kobanê bi saya van pêşengan xwe gihandîne azadiya her demî. Ger îro em dikarin ber bi azadiyê bimeşin ev bi saya wan şehîdane û em minetdarên wan in. Em vê rojê diyarî şehîdên Kobanê dikin û wek gelê Mexmûrê jî emê her tim xwedî li xaka Kurdistanê derbikevin û li ser vê bingehê jî emê berxwedaniya xwe bidomînin.
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ dawî bû.