Ji qada Karamayê banga: Bila êdî riyên me bi ewle bin

Di êrîşa li ser riya Şam- Suweydayê ya li dijî otobusa ku sivîl hildigirt de du kes mirin, gelek kes birîndar bûn. Di xwepêşandanên li bajar hatin lidarxistin de gel peyama: “Bila riyên me bi ewle bin, êdî em nexwazin bi tirsê bijîn” dan.

Suweyda – Di êrîşa li ser riya Şam- Suweydayê li dijî otobusa ku sivîl tê de bûn de du kes mirin, gelek kes birîndar bûn, ev bûyer ji bo welatiyên bajar ne bûyera ewlehiyê ye, di heman demê de pêla şokê ye. Suweydayî dibêjin êdî riya di navbera paytextê de bûye qada tirs û nediyariyê.

Li qada Karama ya navenda bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, bi dehan hemwelatî, ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî otobusê li hev kom bûn. Xwepêşanderan êrîşa li dijî otobusa sivîlên Suweydayê ji Şamê dihatin tê de bûn şeremzar kirin, daxwaza kirin ku ewlehî were pêkanîn û berpirs hesabê bidin.

Di encama êrîşê de du kes mirin, gelek kes birîndar bûn, rewşa hinek birîndaran giran e. Ev rewş li bajar rê li ber pêleke hêrsê vekir, gel ji bo tundiya careke din zêde dibe, vegera êrîşên bi hedef bi fikar in.

Welatiyên beşdarî xwepêşandanê bûne, xwestin rê bi ewle bibin û êrîşên dubare dibin bisekinin. Dan zanîn ku gelê Suweydayê xwedî mafê jiyana bi rûmet, ewle û ji tundî û tirsê dûr in.

‘Em vê êrîşê şermezar dikin’

Mufîse Saîd a ji gundê Mazrayê ye wiha got: “Em vê êrişa tirsonek şermezar dikin em li vir in. Ji me re gotin rê bi ewle ye, mirov jî bi rehetî ketin rê lê belê xistin kemînê. Me ciwanên xwe winda kir, hê hinek li ber mirinê ne. Çima gelê Suweydayê tê cezakirin? Em tenê dixwazin vegerin gundê xwe û jiyana bi rûmet bijîn.”

‘Sozên hatin dayîn derew in’

Basîma Akbanî da zanîn ku sozên ku ji bo ewlehiyê hatin dayîn derew in û wiha got: “Suweyda hê di dorpêçê de ye. Tevî peymana Ammanê êrîş didomin. Riya Şam-Suweydayê hê bi xeter e. Xwendekarek ji bo belgeyên xwe bigre ber bi Şamê ve bi rê ket, bi cenazeyê xwe vegeriya. Mirov neçarî vê riyê bi kar tînin lê belê kes nizane dê vegerin an na. Gundên hatin valakirin hê bêdeng in û hinek alî milkên li wê derê weke xenîmet dibînin.”

‘Em dixwazin bi rûmet bijîn’

Amal el-Hatib a ji gundê Sale hestên xwe yên têkildarî tiştên hatine jiyîn wiha anî ziman: “Me got qey me hovîtî bi dawî bûye. Em mirovên aştîxwaz in, em çekê ranakin lê tevî vê jî kesên bêguneh in. Em rehmetê ji kesên hatin qetilkirin re dixwazin û dixwazin koçber vegerin gundên xwe, ji zextan dûr û jiyana bi rûmet bijîn.”