TJK-E'yê dest bi kampanyaya şandina nameyan ji bo CPT’yî kir

TJK-E'yê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi kampanya şandina nameyan a ji bo CPT kir û wiha got: "Em jiyana bê rêbertî tu carî qebûl nakin û bang dikin ku di pêngava azadiyê de têkoşîn were mezinkirin."

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), daxuyaniyek weşand û ragihand ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi kampanyaya şandina nameyan a ji bo CPT kir. TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye û hewl tê dayîn ku bê îzolekirin. Zêdeyî 3 sal in bi kiryareke ku mînaka wê li cîhanê nehatiye dîtin, destûr jê re nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne."

‘Divê dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên antî demokratîk bîne’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku xwedî erka çûyîna Girava Îmraliyê ye, ne tenê têkildarî kiryarên antî demokratîk ên li welatên Ewropayê her wiha têkildarî kiryarên li Tirkiyeyê jî bi erka xwe rabe û wisa bike ku dawî li van kiryaran bê anîn.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin: "Ji ber nêzikatiya xumamî ya CPT, girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne navendên îşkenceyê. Divê tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, raporên rasteqîn bi raya giştî re parve bike û bike ku tifaqa AKP-MHP a faşîst ku berpirsyarê van pirsgirêkan e bê darizandin. Divê dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên antî demokratîk bîne ku ji ber têkiliyên dîplomatîk ên welatên Ewropayê bi vî rengî tevdigere û li aliyê têkoşîna mafên mirovan bisekine."

Bi riya saziyên jinan nameyan ji CPT’yî re bişînin

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em ê 19'ê Nîsanê ji Ewropayê dest pê bikin û bi rêya saziyên jinan nameyan ji CPT re bişînin. Bi riya nameyên ku her roj ji bajarekî cuda bên şandin, em ê daxwaza xwe bînin ziman ku mafên hiqûqî û qanûnî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne radestkirin, tecrîda mutleq bê rakirin û dawî li polîkîkaya îzolasyonê ya 25 salan bê anîn. Em ê erk û berpirsyariyên CPT li bîra wê bixin û bikin ku li aliyê mafên mirovan helwestê nîşan bide. Em careke din destnîşan dikin ku jiyaneke bê Rêbertî tu carî qebûl nakin û bang dikin ku di pêngava azadiyê de têkoşîn were mezinkirin."