Li zanîngeha Californiayê bi sedan polîs ketin kampusê

Bi sedan polîs ketin zanîngeha Californiayê ya li bajarê Los Angelesê. Polîsan ji xwendekarên ku alîgirên Filistînê ne xwestin belav bibin û hişyar kirin ku dema belav nebin wê wan bigrin.

Navenda Nûçeyan- Li zanîngeha California (UCLA) ya li bajarê Los Angeles ku xwepêşandanên piştevaniya Filîstinê, berdewam dikin, polîs ji bo qada konê belav bikin ketin kampusê.

Bi ketina polîsan a kampusê re tansiyon bilind bû, komek alîgirên Îsraîlê ku guleyên hewayî û gaza îsotê di destên wan de hebûn, xwestin konan belav bikin, li ser vê yekê alîgirên Filistînê bi sêwan û kaskan bersiv dan. Tîmên Departmana Polîs y Los Angeles (LAPD), zanyariya ku piştî pevçûna di nava du koman de kes nehatin binçavkirin da û hat diyarkirin ku di nav du koman de pevçûn bi dawî bûye.

Hişyariya girtinê

Polîsên ku ji kampusê derneketin, li ser pevçûnên ku di navbera du koman de qewimîn, xwest kon werin rakirin. Televîzyona CNN ku li qadê ye, da zanîn ku di nava saetek de banga rakirina konan û valakirina qadê du caran hatiye dubarekirin lê ya li bendê çênebûye. Medyaya DYE’yê, da zanîn ku hêzên ewlehiyê jî ketine kampusa UCLA’yê. Bi sedan polîsên ku ketin kampusê, ji bo belavkirina alîgirên xwepêşanderên Filistînê hişyarî kirin ku diyar kirin ku ger belav nebin wê werin girtin. 

‘Guleyên plastîk û gaza îsotê li dijî xwendekaran bi kar anîn’

Di xwepêşandanên li kampusa zanîngeha Columbia ya li New Yorkê dest pê kirin û belavî tevahî welat bûne de, di nava 24 saetên dawî de hejmarek zêde kes hatin binçavkirin. Polîsan li dijî xwepêşanderan guleyên plastîk û gaza îsotê bi kar anîn. Ên ku hatine binçavkirin destên wan bi kelebçeya ji paş ve  hatin girêdan. Hat îfadekirin ku di xwepêşandanên li kampusa zanîngeha Fordham li Departmana Polîsan a New York (NYPD) 15 kes hatin binçavkirin. Li kampusa Dallas a  zanîngeha Texasê jî 17 kes hatin binçavkirin, hejmara binçavkirinên li zanîngeha Buffalo weke 16 hat qeydkirin. Li zanîngeha Dartmouthê jî 90 kes hatin binçavkirin.