Li Kenyayê hejmara kesên di lehiyê de mirin zêde dibe

Hat diyarkirin ku hejmara kesên di karesata lehiyê ya li Kenyayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 179.

Navenda Nûçeyan – Li Kenyayê hejmara kesên ku di kareseta lehiya ji ber barana zêde rabû de jiyana xwe ji dest dan bû 179. Tedawiya 125 kesên ku di lehiyê de birîndar bûn didome û 90 kes jî hê winda ne.

Daxuyaniya herî dawî ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Kenyayê Isaac Mwaura ve hat dayîn. Îshaq Mwaûra, ragihand ku di 24 saetên dawî de di lehiyê de 10 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên mirine bûye 179. Berdevk, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane 15 ji wan zarok in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin  ku125 kesên di kareseta lehiyê de birîndar bûne li saziyên tenduristiyê yên li seranserê welat tên dermankirin û 90 kes jî winda ne. Hat diyarkirin ku piştî kareseta lehiyê 195 hezar û 11 mirov neçar mane malên xwe biterikînin û ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne navendên starbûnê hatine avakirin.