Derbarê jinên beşdarî Meşa Şevê ya Femînîst bûn de biryara beraetê

Derbarê 33 jê jin bi giştî 35 kesan de bi sedema tevli Meşa Şevê ya Femînîst bûne doz hatibû vekirin û di dozê de biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Beyoglû ya Stenbolê “Meşa Şevê ya Femînîst” hat lidarxistin. Bi hinceta tevlibûna meşê der barê 33 jê jin bi giştî 35 kesan de doz hatibû vekirin. Derbarê 35 kesan de biryara beraetê hat dayîn.

Kesên dihatin darizandin bi îdiayên “Muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Meşên Civîn û Xwepêşandanan”, “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” û “Zirar dane malê cemaweriyê” dihatin darizandin û ji 3 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Danişîna 10’emîn a dozê li 58’emîn Dadgeha Cezayên Giştî a Stenbolê hat dîtin.

Biryara beraetê hat dayîn

Dozgerê dozê di mutalaaya xwe de ji bo her yekê ji îdiaya “Bêçek tevli meş û xwepêşandanên derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî bi xwe belav nebûne” ji 6 meh û 3 salan cezayê girtîgehê dixwest. Her wiha dozger ji bo îdiayên “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” û “Zirar daye malê cemaweriyê” jî got ku ev sûc nehatiye tesbîtkrin û ji bo hemûyan daxwaza beraetê kir.

Di danişîna îro de dadgehê ji bo tevahiya bersûcan biryara beraetê da.