Sedanur Ugur û Sîbel Ormez li girtîgehê rastî êrîşê hatin

Parlamenter Perîhan Koca diyar kir ku ewlehiya jiyanê ya Sedanûr Ugur û Sîbel Ormez ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê rastî êrîşa 30 girtiyan hatin nîne û got: "Girtîgeha Jinan ya Şakranê ku rêze rêbazên îşkenceyê xistiye dewrê, sûc dike.”

Navenda Nûçeyan – Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez ên di 2’ê Nîsanê de ji ber beşdariya çalakiya li dijî xespa îradeya gelê Wanê li Îzmîrê hatin binçavkirin û piştî hatin girtin sewqî Girtîgeha Jinan a Şakranê hatin kirin, di qawîşa ku li gel girtiyên edlî dihatin ragirtin de rastî êrîşê hatin. Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez ên tevî ku diyar kirin naxwazin bi girtiyên edlî re bimînin jî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di qawîşa girtiyên edlî de dimînin, ji ber hejmartina li ser piyan a qawîşê redkirin, hatin hedef nîşandan.

30 girtiyên edlî êrîşî wan kirin

30 girtiyên ku gardiyanan gotina “Ger ew hejmartin qebûl nekin, dê serê wê jî bişewîte” gef lê xwar, di 26'ê Nîsanê de êrîşê Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez kirin. Ji bo Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez ên di mil û gelek cihên laşê wan de birîn çêbû, rapora derpê hate dayîn. 2 jinên ku piştî êrîşê ji qawîşê hatin derxistin û 2 rojan di hucreyê de hatin ragirtin, piştre sewqî qawîşek din a girtiyên edlî hatin kirin. Hate hînbûn ku wê parêzerên her du jinên girtî, der barê êrîşê de gilî bikin.”

‘Ewlehiya havalên me nîne’

Parlementeran DEM Partî Perîhan Koca jî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal X parvekirin kir û bal kişand ser êrişan û wiha got:

“#Li girtîgeha girtî ya jinan Şakran ewlehiya canî ya hevalên me nîne! Hevalên me ên nehatin dayîna qawişa siyasî, bi kişkişandinên îdareya girtîgehê tên darbkirin û avêtina hucreyê. Girtîgeha girtî ya jinan ya Şakran rêze rêbazên îşkenceyê yên weke gef, darb, hucre xistiye dewrê û sûc dike! ji ziyana ku were muyek yê porê Sedanur û Sîbel hûn berpirsin! Divê hevalên me demildest werin berdan! Ji Seda û Sibel re azadî!”

‘Tavilê dawî li vê bi hiqûqiyê bînin’

Meclîsa jinan ya Partiya Wekhevî û Demoqrasiya Gelan (DEM Partî) li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal X de ev parvekirin kir: “Li dijî xespa mafê îradeya gelê Wanê, di çalakiya li Îzmirê de ji bo #SedanurUğur û #SibelÖrkmez  ya hatin girtin di qawişa edlî de rastî êrişa 30 girtiyan hat. Tevî ku daxwaz kir ku naxwaze li gel girtiyên edlî bimîne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li gel edliyan tê girtin û hedefgirtina wan berdewam dike. Demildest dawî li vê bê hiqûqiyê binîn, hevalên me berdin.”