Hejmara kesên ji ber hilweşîna rê li Çînê mirin bû 36

Li başûrê Çînê hejmara kesên ku ji ber hilweşîna rê jiyana xwe ji dest dan bû 36 kes û 30 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Ajansa nûçeyan a New Chîna, wiha got: "36 kes mirin û 30 kes birîndar bûn" û ragihand ku rewşa birîndaran giran nîne.

Li gorî televîzyona dewletê CCTV roja Pêncşemê Serokdewlet Şî Cînpîng ferman da rayedaran ku ji bo rizgarkirinê bilezînin û birîndaran derman bikin. Her wiha ji bo alîkariyê bide karên rizgarkirinê nêzî 500 kes ber bi herêmê ve hatin şandin.

Li gorî nûçeya Chîna Newsê, li eyaleta Gûangdongê beşek ji rêya navbera bajarê Meîzhoû û Dabû ji ber lehiyê hilweşiya û bîst wesayit asê man.