Talîbanê pêla girtina jinan da destpêkirin

Li parêzgeha Daykundiyê, hêzên ewlehî û îstîxbaratê xwendekar û mamoste jî di nav de nêzîkî 10 jin û zarokên keç, bi tohmeta binpêkirina pîvanên cil û bergan binçav kirin.

Navenda Nûçeyan –Li Efganistanê, rêveberiya Talîbanê qedexeyên xwe yê di warên perwerde, kar, azadiyên kesane û cil û bergan li ser jin û zarokên keç didomîne. Hejmara zêde ya binçavkirinan û kêmbûna mafên jinan, li welat dibe sedema fikarên navneteweyî.

Hêzên Talîbanê nêzî 10 jinan binçav kir

Çavkaniyên Efganî ragihandin ku hêzên ewlehî û îstîxbaratê yên girêdayî Talîbanê, nêzîkî 10 jin û zarokên keç li bazarek li navçeyên Sangtah û Bender ên parêzgeha Daykundiyê binçav kirin.

Hate diyarkirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de xwendekar, mamoste û jinên ku li bazarê bûn, hene. Çavkaniyan da zanîn ku hin ji wan kesên hatine binçavkirin hatine berdan, yên din hîn jî di girtîgehê de ne.

Li gorî çavkaniyan, hin zarokên keç di dema girtinê de dema ku hewl didan ji hêzên ewlehiyê birevin, xwe avêtine nav avê. Sedema girtinê ew bû ku jinan pîvanên cil û bergên ku ji hêla Talîbanê ve hatine ferzkirin, bi taybetî lixwekirina burka û hîcabê, bicîh neanîne.

Ev binçavkirin piştî zêdebûna qedexe û tepeserkirina li dijî jin û zarokên keç a ji aliyê Talîbanê ve hat.

Ev pêkanîn, fikarên li ser pêşeroja azadiya kesî û mafên bingehîn ên jinan li Efganistanê bêtir zêde dikin.