Nirxandina Bîrewer Janet Biehl derbarê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

Bîrewera Emerîkî Janet Biehl, di nirxandina xwe ya bi sernavê ‘Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk’ de got: “Yasaya Çarçove û daxwazên wê, jiyanî ne.”

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya destekê ya navneteweyî ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo rewşenbîran hatiye destpêkirin û 97 bîrewer beşdar bûne, dê wek pirtûkek elektronîkî ya Îngilîzî ji hêla Daraja Press ve bê weşandin.

Di vê çarçoveyê de, nirxandina bîrewera Emerîkî Janet Biehl, bi sernavê ‘Bangek ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk’ ku wê wek pêşgotinek ji bo pirtûkê nivîsandiye, ji Heyeta Îmraliyê re hat şandin.

Pêşgotina ku Janet Biehl nivîsandî wiha ye: “Ji Mijdara 2026’an vir ve, dema ku min dest bi nivîsandina van rêzan kir, pêvajoya aştiyê ya ku du sal berê dest pê kiribû hîn jî dewam dike. Abdullah Ocalan bi weşandina Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku di vê pirtûkê de cih digre, tavilê bersiva banga destpêkê ya Devlet Bahçelî da. Piştre, PKK’ê gavên ji bo fesihkirina xwe avêt, bi vî awayî şert û mercên pêwîst ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê afirandin.

‘Yasaya Çaçoveyê derket’

Meh bi çalakiyên dijwar ên li pişt perdê derbas bûn. Di van mehên ku bi aram xuya dikirin de, nivîskarên me yên beşdar nivîsên xwe nivîsandin û hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Piştre, di 10’ê Tebaxa 2026’an de, Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Yasaya li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ku wek Yasaya Çarçove tê zanîn, pejirand ku çarçoveyek yasayî û îdarî ji bo pêvajoya aştiyê ava kir.

Li gorî vê çarçovê, şertê pêşî ji bo pêşvebirina pêvajoyê fesihkirina hemû pergalên rêxistinî û bêbandorkirina çekan ji aliyê PKK’ê ve bû. Piştre, diviyabû Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) piştrast bike ku ev gav hatine avêtin û biryara xwe bi weşandina wê di Rojnameya Fermî de erê bikira. Piştrastkirina MGK’ê dê rê li ber qonaxa din veke: berdana hin girtiyên siyasî û hin endamên PKK’ê yên ku niha li derveyî welêt dijîn û asankirina ji nû ve tevlîbûna wan a civakê. Li parlementoyê, ne tenê DEM Partî, di heman demê de partiya desthilatdar AKP û MHP’ê jî dengê xwe dan Yasaya Çarçoveyê.

Di demek nêz de, di 13’ê Mijdarê de rêveberiya PKK’ê ragihand ku di du mehên borî de zêdetirî deh şikeft û çeperên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê vala kirine, hêzên xwe ji deverên nêzîkî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê vekişandine û endamên xwe yên ku berê li bajarên Tirkiyeyê bicîh bûbûn, veguhestine baregehên li Herêma Kurdistanê. Ev gav li gorî Yasaya Çarçove hatine avêtin.

‘27’ê Mijdarê dê hemû çav li konseyê bin’

Civîna MGK’ê dê di 27’ê Mijdarê de bê lidarxistin. Wê rojê hemû çav wê li ser Konseyê bin: ger MGK biryara piştrastkirina bêçekkirina PKK’ê bide, ev yek dê rê li ber bicîhanîna bendên mayî yên Yasaya Çarçoveyê veke. Em hêvî dikin ku biryara MGK’ê erênî be.

Ez hêviyên DEM Partî û partiyên din ku Yasaya Çarçoveyê divê bê bicîhanîn parve dikim. Lê belê, DEM Partî û rêberên din ên siyasî jî bang li dewletê kirin ku gavên din, serbixwe ji pêvajoya Yasaya Çarçoveyê, wekî tedbîrên avakirina baweriyê bavêje:

*Zelalkirina statuya Ocalan û berfirehkirina derfetên danûstendinê bi nûnerên siyasî re.

*Bi dawîanîna ‘qeyûmên’ ku ji aliyê hikûmetê ve li şûna şaredarên Kurd ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin hatine tayînkirin û erkê wan şaredaran dîsa li wan bên zivirandin.

* Pêkanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

*Divê gavên pêwîst ji bo azadkirina girtiyên siyasî bên avêtin.

* Mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo girtiyên nexweş bê misogerkirin.

*Rakirina qedexeyên li ser çalakî û medyaya siyasî ya Kurdan.

*Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag serbest bên berdan.

*Ji bo endamên PKK’ê yên çekên xwe şewitandine bikaribin vegerin û beşdarî siyasetê bibin.

*Divê dawî li têkoşîna Kurdan a ji bo aştî û demokrasiyê wek sûc bê dîtin bê anîn.

Hedefên ji aştiyê wêdetir diçin

Yasayên Çarçoveyê girîng e; lê belê, ev daxwaz bi heman rengî girîng in. Nivîskarên vê pirtûkê ravekirinên xwe berî ku derfeta dîtina vê lîsteyê bibînin nivîsandin. Ligel vê yekê, wan pir baş fêm kir ku pêvajoya aştiyê dikare armancên ku ji aştiyê bi xwe wêdetir diçin bi dest bixe. Ev hedef ev bûn:

* ‘Rêziknameyeke pir etnîkî ya nû û zindî’ (Ross)

*‘Rêziknameyek siyasî ya li ser bingeha rêzgirtina li rûmeta her kesekî’ (Pelluchon)

* ‘Awayek gerdûnîbûnê ya bê-tepeserker û azadker a ber bi nasnameyê ve’ (Munck)

*‘Gelên cuda di heman qada siyasî de bi hev re dijîn ku yek li ser yê din serdest nabe’ (Di Cesare)

*‘Demokratîkkirina netew dewlet û ji nû ve pênasekirina hemwelatîbûnê wek projeyek siyasî û destûrî ya hevpar’ (Sunkara)

*‘Têkiliyeke li ser bingeha aştî, rêz û hevkariyê ji bo başiya dualî’ (Gentile)

*‘Wekhevî ji bo yên din û her wiha azadî ji bo xwe’ (Spivak)

*‘Yekîtiyeke aştiyane û dilxwazî di navbera gelan de’ (Dutschke-Klotz)

*‘Çandeke siyasî ya nû li Tirkiyeyê ku dikare pirsgirêkên kevin bi ruhekî nû yê demokrasiyê û hevdîtineke mirovî çareser bike’ (Kieser)

*‘Li Tirkiyeyê civakek aştiyane, piralî û demokratîk’ (Longino)

*‘Prensîba ‘entegrasyona demokratîk’ a ku Abdullah Ocalan pêşniyarkirî’ (Treiber)

*‘Dewleteke ‘piştî-neteweyî’, ‘pirneteweyî’ an ‘kozmopolît’ ku yekîtî û pirrengî, serweriya neteweyî û pirçandî dikarin li hev bên û bi hev re bên xurtkirin’ (Ceruti)

Ez hêvî dikim ku ev deng û raman di meh û salên pêş de ji bo pêvajoya aştiyê bibin rêber.”

Janet Biehl kî ye?

Janet Biehl ku di sala 1953’an de ji dayîk bûye, nivîskarek, wergêr û bîrewek ekolojiya civakî ya Emerîkî ye. Demek dirêj hevkarê Murray Bookchin bû û nûnerek girîng a xebata wê ya rewşenbîriyê bû. Ew bi xebata xwe ya li ser ekolojiya civakî, şaredariya lîbertaryan û konfederalîzma demokratîk tê nasîn.