Li Kobanê konferansa Kongra Star bi beşdariya jinan hate lidarxistin
Rêxistina jinan Kongra Star, di bin dirûşmeya “Bi rihê komînê em ê pêşengiya înşaya demokratîk bikin” de konferansa ji nûve avakirinê ya bajarê Kobanê lidarxist. Di konferansê de biryarên girîng hatin girtin.
Kobanê - Kongra Star ku sîwana rêxistinî ya jinên Rojavayê Kurdistanê ye, di 2005’an de hat avakirin. Kongra Star, piştî rêwîtiyeke dirêj û bidestxistina destkeftiyên dîrokî, ligorî pêşketinên siyasî û civakî yên li Rojavaû Sûriyê, konferansên jinû ve rêxistinkirinê lidar xist. Ev konferans, di çarçoveya amadekariyên jibo lidarxistina Kongreya Giştîya Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê de tênkirin.
Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star ya Kobanê bi beşdariya hezar jinên ji qad û beşên cuda yên herêmê, li Hola Newroz konferansa xwe li dar xist. Konferans, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir. Piştre deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Jiyan Hisên axivî.
‘Pergala Kongra Star ji bo hemû jinan bûye sîwana têkoşînê
Jiyan Hisên, behsa têkoşîna 21 salan a Kongra Star kir û got: “Kongra Star yek ji destkeftiyên têkoşîna tevgera jinên Kurd a 50 salî ye. Di rêwîtiya xwe ya 21 salan de, Kongra Star pêşengiya şoreşa jinan kir û ji bo hemû jinên azadîxwaz bû îlham. Ji ber vê yekê, armanca vê konferansê ji nû ve xwe avakirin û bihêzkirin e. Pergala Kongra Star ji bo hemû jinan bûye sîwana têkoşîn û xwe rêxistinkirinê. Bi vê yekê re, jinan di hemû qadên jiyanê de roleke pêşeng û diyarker lîstin. Lewma em ê di vê pêvajoya avakirinê de jî pêşengiya xwe bidomînin.”
‘Em ê di Sûriyeya pêşerojê de destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin’
Jiyan Hisên, der barê çarenûsa KongraStar û armancên wê di pêşeroja Sûriyê de jî wiha axivî: “Rêber Apo heta dawiyê baweriya xwe bi têkoşîn û hêza jinan heye. Ji bo ku em jî baweriya Rêberê xwe bi serkeftinê bigihînin, divê kêmasî û lawaziyên xwe derbas bikin. Ji bo ku em layiqî berxwedana Rêber Apo bibin, em ê guhertinên mezin pêk bînin, pergala xwe ji nû ve ava bikin û vîn, rêxistinbûn û hêza xwe pêş bixin. Her wiha em ê yekîtiya jinan li dora azadiyê ava bikin. Em ê wekî tevgera Kongra Star bimînin û di Sûriyeya pêşerojê de destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Em ê bibin garantîya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku tê de mafên jinan û wekhevî hebin.”
Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan û rapora du salan a Kongra Star hatin xwendin û pêşkêşkirin.
Di berdewamiya konferansê de, bername bi pêşandana sînevîzyonê û nirxandinên beşdaran dewam kir.
Paşê,ji bo hilbijartina Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê, hilbijartin hatin kirin. Bi erêkirina beşdaran, Peyman Elûş, Xûnav Xelîl, Lujeyin El-Salim, Sara Xelîl, Macîde Hesûn û Nesra Derwîş hatin erkdarkirin.
Didawiya konferansê de, dirûşmeyên bilindkirina têkoşînê hatin berz kirin û konferansa Kongra Star a Kobanê bi encamnameya bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
“*Tekoşîna me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
*Parastina destkeftiyên şoreşa jin û di pêvajoya avakirina Sûryeyeke demokratîk de berdewamkirina jiyan Ji bo misogerkirina mafê jin bi awayekî destûrî qanûnî.
*Ji nû ve avakirina komînên jin.
*Meşandina kar û xebatên rêxistinî û perwerdekirina jinan û civakê li ser asasê manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk.
*Ji bo bedelên giranbiha ku di riya parastina zimanê Kurdî de hatin dayîn, bi Îsrar û biryardarî li ser wê xetê meşandin û fermîkirina zimanê Kurdî û bi taybet meteryalên kurdî.
*Xurtkirina aboriya jin bi riya koperatîfên komînal.
*Bi hişmendiya azadîkirina tevahî jinên Sûriyê, bilindkirina asta tekoşîn û xebatê di nava saziyn entegrebûyî de.”