Li Ekvadorê di 9 mehan de 323 jin û zarok hatin kuştin
Di navbera 1'ê Çileyê û 24'ê Îlona 2026’an de li Ekvadorê 323 jin û zarok hatin kuştin. Li gorî daneyan li welat her 19 saetan carekê, jin an jî zarokek tê kuştin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Hevgirtina Şopandina Kuştina Jinan a li Ekvadorê, di navbera 1'ê Çileyê û 24'ê Îlona 2026'an de 323 jin hatin kuştin. Hevgirtina ku ji nêzî 12 rêxistinan pêk tê, ragihand ku li welat her 19 saetan carekê jinek an jî zarokeke keç, hatine kuştin.
Herî kêm 7 ji wan ducanî bûne
Hate ragihandin ku 243 ji kuştinên hatin qeydkirin, ji ber şerê di navbera komên sûc de rû dan bûye. 67 jê ji aliyê hevalên nêzî xwe, 13 jê jî wek kuştina jin a trans hate pênasekirin. Hate ragihandin ku 26 jinên hatin kuştin, di bin 18 salî de bûne.
Li gorî daneyan herî kêm 7 ji van jinan, ducanî bûne. Di encama bûyerên kuştinê de 78 zarok û ciwan bê dayîk û bê bav man.
Li gorî daneyên rêxistinên jinan, li Ekvadorê di sala 2025’an de 411 jin hatine qetilkirin.