Ayşegul Dogan: Divê guh bidin dengê dayikan

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Ger tiştek were serê girtiyên nexweş berpirsiyar dewlet e. Divê guh bidin dengê dayikan. Pêwîste girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Navenda Nûçeyan- Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

‘Li dijî girtiyan muameleya xirab tê kirin’

Ayşegul Dogan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Malbatên girtiyan û saziyên demokratîk ji bo berdana girtiyên nexweş û mafê tenduristiyê dest bi çalakiyê kir. Gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e nikarin bên berdan. Ji bo girtî jiyana xwe ji dest nedin ev çalakî hate destpêkirin. Ev nobet nobeteke bêdem e û her roj dê berdewam bike. Bi vê nobetê re dixwazin dengê xwe bigihînin hemû civaka Tirkiyeyê. Girtiyên nexweş ku nexweşiya penceşêrê li wan peyda bûye û bi nexweşiyên giran ketine li gorî lîsteya di destê min de ye nayên berdan. Ev girtî ne tên tedawîkirin û ne jî tên berdan. Em bi salane dibêjin divê girtiyên nexweş bên berdan û astengiyên li pêşiya tedawiyê bên rakirin. Lê tevî vê yekê jî girtî nehatin berdan û girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Em pir bi hêrs in. Li dijî girtiyan muameleya xirab tê kirin.”

Ayşegul Dogan, diyar kir ku berpirsên girtiyên nexweş dewlet bi xwe ye û got: “Evîn Zapsû bi nexweşiya penceşêrê ketiye û merhaleya çaremîn e, rewşa wê giran e. Newroz Bokurt ku jî nexweşa losemiyê ye û rewşa wê giran e. Dayika Newroz Bozkurt Sultan Bokurt di çalakiyê de li ber Wezareta Dadê dibêje; dewlet çawa dê hesab bide dayikan. Divê guh bidin dengê dayikan. Em ê heta dawiyê bi vê çalakiyê re di nava piştgiriyê de bin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

‘Em li dijî van qedexeyan in û qebûl nakin’

Ayşegul Dogan, da zanîn li dijî gelek kesan van rojên dawî operasyon pêk tên û wiha pê de çû: “Operasyonek li dijî partiyên Kurd pêk hat û siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Çima li dijî partiyên Kurd ev operasyon pêk hat? Çima mafê partiyên Kurd ên xwe rêxistinkirinê rastî operasyonan tê? Her wiha li dijî çapemeniyê polîtikayên sansur û qeyiman berdewam dike. Malperên ajansan hê tên girtin. Her wiha li dijî parêzerên endamên ÇHDê operasyon pêk hat. Ev pêla binçavkirin, girtin û sansûrê li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê asteng e. Hê jî zextên li dijî zimanê Kurdî berdewam dike. Heke ev pêkanîn berdewam bikin bi awayekî mafdar gel dê ji me bipirse hûn vê pêvajoyê çawa pênase dikin? Her wiha qedexeyên siyasetê li dijî siyasetmedaran berdewam dike. Em li dijî van qedexeyan in û qebûl nakin.”

‘Divê heta niha taqwîmek bihata diyarkirin’

Ayşegul Dogan, têkildarî daxuyaniya Serokê Meclise Numan Kurtulmuş a der barê Komîsyona Çavderiyê de jî wiha axivî: “Hê jî bernameyek diyar tune ye. Hê jî dibêje di demekê herî nêz de. Em jî li vir bang dikin ku divê êdî taqwîmek bê diyarkirin. Divê heta niha taqwîmek bihata diyarkirin. Numan Kurtulmuş dibêje divê ev pêvajo nebe ranta tu partiyên siyasî. Em jî tev li vê gotinê dibin. Dibêje ev Komîsyon dê li ser navê gel çavderiyê bike lê derengxistina vê ne li gorî pêvajoyê ye. Ji bo me temsîliyeta partiyên siyasî di vê komîsyonê de pir girîng e. Dûh daxuyaniya Serokê Giştî yê Yenî Partiyê mixabin xetereya lawazkirina zemîna demokrasiyê bi xwe re tîne. Helbet demokratîkbûyîn pir girîng e lê divê ev nebe dijberiya pêvajoyê. Ev yek ne piştgiriya aştiyê dike û ne jî demokrasiyê tîne welat.”

‘Divê Yenî Partî li ser biryara xwe bifikire’

Ayşegul Dogan, biryara cihnegirtina Yenî Partiyê ya di Komîsyona Çavdêriya Meclisê de jî rexne kir: “Rexne divê hebin em jî rexne dikin lê em tenê bi rexneyan re sînorkirî namînin û têkoşînê xurt dikin. Zextên em pê re rû bi rû man, niha jî li dijî Yenî Partiyê tê kirin. Hê jî gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Lê li dijî van zextan em bêtir werin cem hev. Ji bo dawîanîna vî şerî 50 salî divê hemû kes taybet jî muxalefet di masayê de hebe. Heke muxalefet di nav de nebe tê wê wateyê ku gotineke wê li ser vê pirsgirêka mezin tine ye. Ji bo wê jî divê Yenî Partî carek din li ser biryara xwe bifikire.”

‘Divê ev Lijne jî demildest dest bi kar û xebatan bike’

Ayşegul Dogan, li ser pirsa rojnamegeran a der barê Desteya Aştî û Siyasetbûnê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan koordînatoriya wê bike de jî anî ziman ku hê ne diyar e çend endam dê têde cih bigirin û got: “Siyasetmedar û beşên cuda yên civakê jî li bendê ne, di vê Lijneyê de cih bigirin. Divê ev Lijne jî demildest dest bi kar û xebatan bike.”