TAJÊ piştgiriya xwe ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand

TAJÊ di şahiya 8’ê Adarê de bi daxuyaniyek diyarkir ku ew jî piştiriya xwe ji bo pêvajoyê radigihînin û ji bo pêvajo bigihêje serkeftinê çi ji wan were xwestin pêk bînin.

Şengal – Şahiya 8’ê Adarê ku bi dirûşama ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî nirxên şoreşa jinê biparêzin’, ‘Bi ruhê Jin, Jiyan,Azadî ber bi civaka demokratîk ve’ hatiye destpêkirin didome.

Ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico ve daxuyaniya beşdarbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat xwendin ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatibû ragihandin. 

Daxuyanî bi ser navê ‘Em banga sedsalê silav dikin û soza bilindkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin’ hat parvekirin.

Di metna daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo hemû jin û gelên azadîxwaz pêvajoyeke nû ya têkoşînê daye destpêkirin û ev tişt hat gotin: “Ev bangawazî wê bi pêşengiya jina azad tesîrek mezin li pêşketina jiyana azad û demokratîk a gelên cîhanê bike. Wê ev banga dîrokî ji bo têkoşîna azadiya jin û sosyalîzmê bibe destpêkekî nû ya jiyana azad û wekhev.”

‘Çanda şer û pevçûnê her tim li dijî jin pêşketiye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çanda şer û pevçûnê her tim li dijî jin pêşketiye û daxuyanî wiha berdewam kir: “Bi êşên mezin ên ku me di 74 fermanan de jiyan kir, me vê rastiya pir vekirî dît. Bi hezaran keçên me hatin revandin, di bazaran de hatin firotin û bi tecawiz û kuştinê re rûbirû man. Zêdetirî 5 hezar însanê me ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û 6731 kes jî hatin revandin. Hîna jî gelek ji wan winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn.”

‘Têkoşîna me bi banga Rêber Apo derbasî qonaxeke nû bû’

Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo tolgirtina fermanan jinên Êzidî cara yekem hêza xwe bi ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan nas kirine û ev nirxandin hat kirin: “Bi avakirina hişmendiya parastina cewherî ji bo gihandina xwebûnê, me rêxistina xwe ava kir. Di encama keda Rêber Apo de li ser bingeha perspektîfên azadiya jinê, ji bo me bû hêz, îrade û hişmendiya azadiyê da qezenckirin. Bi vê bîr û baweriyê têkoşîna me ya 10 salan bi banga Rêber Apo re derbasî qonaxekî nû dibe. Rêber Apo dibêje “Ev bang ji bo gelê Êzidî ronesansek e (jinûve vejîne). Ji bo gelê Êzidî yê ku 74 ferman jiyan kirî wê bibe destpêkek.” Ji ber ku naskirina Rêber Apo ji bo me wateya vejîna nû ye, ji bo wê em rêxistinbûna xwe mezin bikin, parastina cewherî xurt bikin û bi rih û felsefeya jin, jiyan, azadî heta mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk werê rola xwe ya pêşengiyê bileyizin.”

‘Em ê her şert û mercî de xwedî li pêvajoyê derkevin’

Her wiha metna daxuyaniyê bi van hevokan bidawî bû: “Ger banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi awayekî serketî pêk were, wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya jinê bibe wesileya pêşxistina tevgera demokrasiya cîhanê. Ji ber vê yekê banga Rêber Apo ne bi dawîkirina pêvajoyekê ye, berovajî destpêkek nû ye. Em ê ji bo serxistina pêvajoya ku bi banga Rêber Apo dest pê kirî bi hemû hêza xwe tev li bibin. Di bin her şert û mercî de xwedî lê derbikevin. 

Li ser vê bingehê bi hêza ku me ji coş û kelecana ruhê 8’ê Adarê girtî, em têkoşîna azadiya jin bi tacîdarkirina jiyana sosyalîst û demokratîk mîsoger bikin. 

Bijî Têkoşîna 8’ê Adarê!

Jin Jiyan Azadî!

Bijî Rêber Apo!”