Ji Akademiya Jineolojî pirtûka ‘Rojhilat’
Akademiya Jineolojî pirtûka bi navê ‘Rojhilat’ weşand. Di pirtûkê de gelek mijarên têkildarî xebatê jinan heye. Pirtûk diyarî Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akaresel a li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin û Jîna Emînî hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Akademiya Jineolojî pirtûka bi navê ‘Rojhilat’ weşand. Di pirtûkê de 10 gotar û hevdîtinên lêkolînî li ser xwendina civaknasî ji bo rewşa siyasî, aborî û civakî ya Rojhilatê Kurdistan û Îran û serçaweya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di asta gerdûnî de deng vedaye, hene.
Di pirtûkê de mijarên weke lêkolînên derbarê rewşa dîrokî, civakî û çanda jinan, bandora mêrsalarî, modernîzmê li ser jinan, karwanên hezaran salane berbi azadî, têkoşîna jinan li dijî tundî û destdirêjiya li girtîgehên Îranê lê tê kirin. Her wiha mijarên çepê Îran û şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’, rêjeya stemkarî, di aliyê vekolîna siyasî, êrîşên li ser bedena jinê di serhildana Jîna Emînî de cih digre.
Di pirtûkê de bal li ser beşdariya jinan di tevgerên civakî de tê kişandin.
Pirtûka ‘Rojhilat’ ku ji aliyê Akademiya Jineolojî ve teybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşandiye diyarî Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akaresel a di 4’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê tetîkeşên dewleta Tirk ve li Başurê Kurdistanê hat qetilkirin û Jîna Emînî hate kirin.
Hun dikarin li ser malper û tora medyaya civakî a Jineolojî xwe bigihînin vê pirtûkê.