Ji girtîgehê bi wêneyên Werîşe, Pexşan û Şerîfe derket

Aktivîsta Mafê Zarokan Samaneh Asgharî ji girtîgeha ku lê girtî diman bi wêneyê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî î Şerîfe Muhammedî ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn derket.

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta Mafê Zarokan Samaneh Asgharî ku ji bo înfaza cezayê salekê yê girtî li girtîgeha Evîn a Tahranê dima di 8’ê Adarê de derket, Samaneh Asgharî dema derketî wêneyê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî î Şerîfe Muhammedî ku cezayê darvekirinê lê hatî birîn hilgirt.

Samaneh Asgharî di îlona 2023’an de ji aliyê polîsên Îranê ve li mala xwe ya li Tahranê hate binçavkirin û piştî 20 rojan bi kefalet hate berdan. Di kanûna 2023’an de 29’yemîn Şaxa Dadageha Şoreşê ya Îslama Îranê bi sûcdariya ‘Li dijî rejîmê propaganda kiriye’ yek sal cezayê girtîgehê lê birî. Ev biryar ji aliyê Dadgeha Temyîz ya Eyaleta Tahranê ve hate erê kirin.

Samaneh Asgharî di îlona 2022’an de di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hate binçavkirin. Di adara 2023’an de, ji aliyê 15’yemîn şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve cezayê girtîgehê yê 18 sal û 3 mehan lê birî. Lê belê di encama biryara efuya di gulana 2023’an de hatî derxistin ji girtîgeha Karçak hate berdan. Samaneh Asgharî ku xwendekara zanînageha Khwarazmî bû di 26’ê adara 2024’an de cardin hate binçavkirin û sewqî girtîgeha Evînê hate kirin.