8’ê Adarê li Qendîlê hate pîrozkirin
Jinên Binarê Qendilê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.

DÎVAN SÎHAD
Qendîl – 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê şaredariya Binarê Qendilê ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, di pîrozbahiyê de sînevizyona derbarê têkoşîna jinan hate pêşandan û jinên herêmê 8’ê Adarê li hev pîroz kir. Jinên Binarê Qendîl ku beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn ji ajansa me re hestên xwe anîn ziman.
‘8’ê Adarê ji bo hemû jinan gelek girîng e’
Hevşaredara Binarê Qendîl Serwîn Celal ev tişt got: “Ez 8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistanê pîroz dikim. 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê rojek gelek girîng e. Ez vê rojê destpêkê li mîmarê fesefeya azadiyê Rêber Apo û hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û canê xwe feda kirine û li dayîkan pîroz dikim. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê daye Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, her dû havalên me ji bo azadiyê têkoşiyan. Ji her kesê zêdetir ve roje pêşkêşî wan her dû têkoşeran dikin wan bi têkoşîna xwe ya li dijî zîhiyeta kevneperst wateya rasteqîn a vê rojê nîşan dane.”
‘8’ê Adara îsal ji salên din gelek cûdatir e’
Awaz Îsmaîl wiha got: “Ez 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim, bi taybet li jinên ku li dijî aqlê kevneperest têdikoşin pîroz dikim. 8’ê Adara îsal ji salên din gelek cûdatir e, ji ber peyama birêz Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin. Di vê pêvajoya ku niha heye de jin ji her kesê zêdetir vê erka dîrokî bigre ser milê xwe û pêşengtiyê jê re bike. Di heman demê de ev roj ji hemû kesê zêdetir ji bo berxwedana jinên girtî yên li girtîgeha Evînê, Pexşîn Ezîzî û Werîşe Muradî bi nirx e. Ji ber bi berxwedana xwe îsbat kirine jin li ku derê bin divê li dijî zîhniyeta kevneperst têbikoşin.”
‘Divê hemû roj bibin roja jinan’
Ronak Hisên jî wiha got: “Ez destpêkê 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêberê Apo, li hemû jinên têkoşer ên Kurd, hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê û hemû şervanan pîroz dikim û berxwedana wan silav dikim. Ez di wê hêviyê de me divê roja pîroz de hemû roj bibin roja jinan. Her wiha roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe roja serkeftinê ji bo gelê Kurd.”
Edîbe Elî Roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhan, jinên Kurd û bi taybet ew jinên li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz kir.
Merziye Ehmed jî 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Ez di wê hêviyê deme ev zilma fikrê kevneperst li dijî jinan bi dawî bibe.”
Şahî bi gerandina dîlanê bidawî bû.