Jinan ji Amedê bang kir: Em ê bibin pêşengên aştiyê
Li Amedê jinên ku bi boneya Roja Jinan a Cîhanê hatin ba hev, daxwazên xwe yên aştiyê qîriyan û gotin ‘ji tundiyê re na.’ Jinan bal kişandin ser banga sedsalê û diyar kirin ku dê ji bo aştiyê ji têkoşînê re pêşengiyê bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinên Dîcle Amed (DAKAP), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jin li Qada Îstasyonê hatin ba hev û daxwazên xwe anîn ziman. Di mîtinga ku dîmenên rengîn hatin jiyîn de, gelek jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn. Dema ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hat xwendin, girse bi coştir bû.
Jinên li qada mitîngê ku me mîkrofon dirêjî wan kir, daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û banga gavavêtinê li desthilatdariyê kirin.
Di saetên siherê de hinek jinan bi destên zarokên xwe girtibûn, hinek bi dayikên xwe re û hinek jî bi hevalên xwe re hatin cihê cihê ketina mitîngê. Bi stran û dirûşman jinan bi cilên xwe yên rengîn heta qadê li ber koretjê meşiyan. Pankarta mezin a li ser ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû nivîsandin û ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatibû amadekirin coşa jinan zêdetir kir. Li qadê pankartên li ser ‘Jiyana Min Her Dem Şer bû’, ‘Agirê Jinan Agirê Azadiyê ye’, ‘Ya Rêxistinkirî xweşik dibe, ya xweşik tê hezkirin’, ‘Dîsa Jin Dîsa Jiyan’ û ‘Bê dîrok jiyan nabe’ nivîsandî çarçoveyek bi reng derket holê.
‘Ji bo bilindkirina dengê aştiyê em li vir in’
Bîrgul Esen bal kişand ser girîngiya dîrokî ya pîrozbahiya 8’ê Adara îsal û wiha got: “Em dizanin ev 8’ê Adarê dîrokî ye. Bi taybetî di navbera ciwanan de em hişmendiya jinan a bi felsefeya Jineolojî zêde bûye dibînin. Îro li qadê dîtina ciwanan em gelek kêfxweş kirin. Em di wê hêviyê de ne ku ev pêvajo ji bo jinan erênî bi encam bibe. Îro ji bo em sozên hatine dayîn bilind bikin li vir in. Em li pişt banga aştiyê ne. Em dizanin şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Helbet em alîgirên aştiyê ne û wê wisa bidome.”
‘Em ê xwedî li aştiyê derbikevin’
Peya Kutlu anî ziman ku li her qadê wê xwedî li banga aştiyê derbikevin û ev tişt got: “Îro ji bo em bibin dengê banga aştiyê û xwedî lê derbikevin li qadan in. Bi paradîgmaya azadiya jinan, bi gotinên jinan û daxwazên wan em ê li qadan bin. Hemû jinan îro careke din nîşan dan ku aştiyê dixwazin. Bi coş û kêfxweşiya hebûna li vê qadê em aştiyê diqîrin. Aştiya ku tê axaftin û ev coş encama têkoşîna ku bi salan tê meşandin e. Ne tenê em, hemû jinên Rojhilata Navîn dengê xwe bilind dikin. Em bi salan e têkoşîna azadî û nasnemeyê didomînin. Jinên Kurd îro ev têkoşîn anîn xala kûrewî. Divê îro banga aştiyê ji 7 heta 70 salî xwedî lê derbikevin. Îdeolojiya me îdeolojiyek ku bingeha wê heye. Em peyama hatiye şandin silav dikin û xwedî lê derdikevin. Heta azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk neyê û aştî neyê welat, em ê bibin parêzvanên têkoşînê û li qadan bin.”
‘Bila êdî ev zulm bi dawî bibe’
Fatma Sumer da zanîn ku divê zilma heyî bi dawî bibe û hemû gel bi daxwaza aştiyê li gel hev bin û got: “Em tenê aştiyê dixwazin. Van dayik û mirovan gelek êş kişandin. Li girtîgehan îşkence heye, li derve îşkence heye. Li vî welatî Kurd li her qadê rastî îşkenceyan tên. Em ji vê zulmê re dibêjin bes e. Ya ku vê bisekinîne aştî ye. Divê hemû kes ji bo aştiyê bi dengê bilind biqîrin. Em dayikên Kurd, gelê Kurd her dem vê tînin ziman lê belê divê gelê Tirk jî di vê xalê de gav bavêje û aştiyê bîne ziman. Divê ev pêvajo bi samîmî û ji dil were birêvebirin. Divê gelê Tirk jî ji bo aştiyê dengê xwe derxe. Sekinandina vê xwînê di destên me hemûyan de ye, em tenê aştiyê dixwazin. Aştî, Aştî, Aştî.”
‘Jin pêşengên aştiyê ne’
Turkan Sari bal kişand ser daxwaza jiyana azad û aştiyê û wiha got: “Îro li welat em mafên xwe dixwazin. Mafên me jî jiyana azad û aştî ye. Em hemû bi dirûşma ‘Aştî û Jiyan’ hatin qadê. Divê ev xwîn were sekinandin û şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê em bi hev re têbikoşin. Em vê aştiyê bi salan e dixwaz dikin. Îro aştî tê axaftin divê destpêkê mafên me were dayîn. Weke hemû gelên li dinyayê mafê me jî heye. Em ji bo mafên xwe li vir in. Em ê gotina aştiyê bidomînin.”
Jina bi navê Ceylan têkildarî 8’ê Adarê ev peyam da: “Mixabin li welat her roj jin tên qetilkirin. Qirkirina zayendî ku zêde dibe tê jiyîn. Êdî em naxwazin jin werin qetilkirin. Ên ku herî zêde zirarê ji şer dibînin û aştiyê dixwazin jin û zarok in. Ji ber vê divê ev aştî bikeve meriyetê. Îro yên ku şer derdixin mêr in, jin şer naxwazin. Em jin ji ber vê têkoşîna xwe ya aştiyê hem ji bo xwe hem jî ji bo hemû zindiyan em ê mezin bikin û bidomînin.”
‘Aştî bi aliyek tenê çênabe’
Remziye Çalan da zanîn ku ji bo bangê ne tenê gelê Kurd divê gelê Tirk jî gav biavêje û wiha got: “Ez dixwazim bi silavkirina hemû jinan dest bi axaftina xwe bikim. Îro ji bo me hemûyan rojek girîng û dîrokî ye. Hemû zorî û êşên jiyanê jin dikşînin. Jin nebe jiyan jî nabe. Îro li malê, di jiyana civakê de jin kedê dide. Weke di her tiştê de, îro di mijara aştiyê de keda herî mezin em didin. Ez ne tenê bang li dayikên Kurd dikim, ez bang li dayikên Tirk jî dikim. Aştî aliyek tenê çênabe. Dilê hemû kesan şewitî, di vî şerî de hemû kesan bedel da. Şer bi kesê neda qezenckirin. Divê ew jî ji bo aştiyê weke me dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. Xew nakeve çavên me. Dema wê rojê banga dîrokî hat xwendin, ji kêfxweşiyê em matmayî man nizanibûn çi bikin. Divê ev pêvajo samîmî û rast be. Ji bo aştiyê çi ji destên me bê em ê bikin.”