Jin li Mannheimê daketin qadan
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, Platforma Jinan a Mannheimê (Femînîstisches Bundnis Mannheim) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daket kolanan û çalakî pêk anî.

Navenda Nûçeyan – Jinan bi daxwaza wekhevî û edaletê li ber Mannheim Gewerkschafthausê bi dirûşma "Em têdikoş in - di grevê de ne - dijîn" mîtîng û meş lidar xistin.
Di mîtînga ku saet 16.00’an destpê kir de jin ji bo daxwaza wekhevî û edaletê pankart, belavok û dovîzan hilgirtin û hatin gel hev. Piştî axaftinan, bi dirûşme û stranan meş heta Qada Zanîngeha Mannheîmê hate lidarxistin. Di meşa ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat de, timî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin û bi zimanên cuda stran hatin gotin.
Piştî meşê li Qada Zanîngeha Mannheîmê mîtîngek din hate lidarxistin. Koma Jinê ya Mannheîm Ronahî Bêrîvan, di mitîngê de bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û destnîşan kir ku ew destek didin banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo û got ku heta aştî pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.
Li aliyê din Koma Jinan a Dîe Lînke, bal kişand ser komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê û banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir.
Feministisches Bundnis Mannheim ku di 8'ê Sibata 2024'an de hatibû avakirin û 60 komên jinan li hev kom kir, ji bo wekhevî û armancên femînîst banga hevgirtinê kir.
Komên jinan ên rêxistinên koçberan ku endamên komê ne jî di çalakiyê de cih girtin. Her wiha gelek saziyên wekî Ver.di Union, DGB, Die Linke, ÎSK, internationale Jugendring, QZM, Ciwanên Mannheimê, DÎDF û TJK-E jî beşdar bûn.