Soza jinan li Kobanê olan da: Tolhildana ji dagirkerî û qirkirinê

Bi hezaran jinên ji Kobanê bi meşeke girseyî bersiv dan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Jinan bi hêrseke mezin soza tolhildana ji qetilkirina jinan û zarokan dan.

Kobanê – Ji 6 û heta 10’ê Çileyê çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst bi êrîşên dijwar û komkujiyan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dagirkirin. Çeteyên ku rastî berxwedaneke bê hempa ya gel û şervanan hatin, herdû tax bi êrîşên hov dagirkirin.   

Li dijî dagirkirina herdû taxan û kiryarên ku çeteyan li hemberî sivîl û şervanên jin kirin, îroj rêxistina Kongra Star a kantona Firatê meşeke jinan a girseyî birêxistinkir.

Jinên ji bajarê Kobanê û Sirînê yên Kurd û Ereb, siyasetmedar, çalakvan û hwd li qada jina Azad kombûn û bi bilindkirina alên Kongra Star, wêneyên şehîdan  û kiryarên ku hatin meşandin û pankarta bi nivîsên “Bila mirovah bêdengiya xwe bişkîne, na ji qetilkirina jinan û zarokan re” meşa xwe bi hêrseke mezin destpêkirin. Jinan di dirêjahiya meşê de bê navber bi tilîlî, diruşmên “Tolhildan soza me ye”, “Qatil Colanî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Berxwedan jiyan e” bersiva dagirkeriyê dan.

Meşa ku li qada Aştî rawestiya, jinan ji bo bîranîna lehengan deqeyek rêzgirtin rawestiyan. Pişt re ji rêveberiyên Kongra Star Suad Eldemir axivî.

‘Me di Kobanê de ew tunekirin, em ê dubare wan tune bikin’

Suad Eldemir helwest û peymana jinan a li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê wiha anî ziman: “Çeteyên Colanî û dewleta tirk êrîşî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin ku bi dehan komkujî pêkanîn û êrîşên dagirkeriyê dan meşandin. Gelo kîjan qanûn û maf dipejirîne ku zarokên di pêçekan de qerin qetilkirin, jinên ku li dijî hovîtî û terora DAIŞ şerkirin û mirovahî parastin, termê wan rastî bêrêziyê werin. Ev bê exlaqî û bê rêzî ji aliyê kê ve tê pejirandin, ew jî hevkarên wan in. Ji bo vê jî weke jinên Kurd bersiva me eve, çawa ku me hûn di Kobanê de tune kirinû têk birin, emê careke din jî êrîşên we têkbibin û bi rûmet liberxwe bidin. Emê tola Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hilînin, emê xwedî li vê doza xwe derkevin.”

Meş bi diruşmên ku berxwedana mezin a Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silavdikin bi dawî bû.