Ji NADA’yê berteka li dijî êrişan: Bêdengî hevkarî ye
Hevgirtina NADA’yê, êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ve tên pêkanîn şermezar kir û bêdengiya navneteweyî, kiryarên medyayê mîna "şerm" bi nav kir û got: “Bêdengî hevkarî ye.”
Navenda Nûçeyan – Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, di rojên dawî de piştî dorpêça giran, rastî êrîşên dijwar hat. Ev êrîşên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve hatin kirin, bûn sedema qetilkirin û birîndarbûna gelek sivîlan û bêdengiya navneteweyî û nêzîkatiya hilbijartê yên medyayê bûn sedema bertekên mezin.
Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA), têkildarî êrîşên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek weşand û wiha got: "Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi mehan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li Helebê dorpêç kir û di 6’ê Çileyê de bi binpêkirina agirbest û sozên parastina kêmneteweyan bi çekên giran êrîşê taxan kir. Komên çekdar ketin nav taxan, herêm wekî herêmeke leşkerî hat ragihandin, xalên ketin û derketinê hatin girtin, elektrîk û înternet hate qutkirin û piraniya wan Kurd bi hezaran malbat rastî birçîbûn û êşê hatin. Şahidan piştrast kirin ku cenaze bi buldozeran hatine komkirin. Bi berçavgirtina komkujiyên berê re xetera jenosîdeke nû derket holê. Di 5 rojên pevçûnan de, jin û zarok jî di nav de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û yekane sûcên wan sivîlan nasnameya wan a neteweyî bû. Paşguhkirina vê yekê, bi qasî bombebaranê xeternak e."
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin medyaya ku bi cudakariya li dijî kesên rastî êrîşan hatin a li gorî nasnameyên wan û hinek êşan weşand û hinek jî veşart, dev ji veguheztina rastiyê berdaye û bû hevkarê sûcan. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Em bêdengiya şermok a navneteweyî, tengaziya saziyên Neteweyên Yekbûyî û hevkariya hêzên mezin ên ku dirûşmeyên mafên mirovan berz dikin, şermezar dikin. Ev bêdengî ji bo berdewamiya sûcan tê wateya ronahiyek kesk a zelal e û peyamekî ku xwîna hinek kesan yên din kêmtir bi qîmet dibîne, hildigre.”
Hevgirtina NADA’yê, da zanîn hedefgirtina sivîlan û qetilkirina girseyî sûcên li dijî mirovahiyê ne û bang kir: “Divê rêyên alîkariyê bên vekirin, birîndar bên rizgarkirin, mafên vegera ewle an jî derketina gel bê mîsogerkirin, diyalog û danûstandin bên pejirandin, sivîl bên parastina, şandeyek navneteweyî ya serbixwe bê şandin û bi malbatên di bin dorpêçê de têkilî bê danîn.”
Di dawiya daxuyanî de bang hate kirin ku medyayê dev ji bêdengî û hilbijartina xwe berde û daxwaza hesabpirsîna qanûnî ya navneteweyî û bêceza nehiştina sûcdaran hate kirin. NADA’yê, da zanîn bêdengî û paşxistin hevkarî ye û banga hevgirtinê kir.