Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên qirkirinê meşiyan

Şêniyên Helebceyê û yê bajarokê Qeredax a Silêmanî piştgiriya xwe ji berxwedana Kurdên Helebê re nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Şêniyên Helebceyê û yê bajarokê Qeredax a Silêmanî piştgiriya xwe ji berxwedana Kurdên Helebê re nîşandan û komkujî şermezar kirin. 

Li bajarokê Qeredaxê li ser navê girseya gel ji aliyê raydarbên siyasî ve daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên  li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin kirin, jenosîdeke li beramberî gelê Kurd hatiye kirin û ji bona wê divê kes bêdeng nemîne. 

Di dewama daxuyaniyê de êriş bi tûndî hat şermezarkirin û hat gotin; “Em piştgiriya bi berxwedanî û xebata rewa ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re dubare dikin. Em li beramberî van êrişan bêdeng namînin. Emê di nava hewldanan de bin heta ku civaka navneteweyî piştgiriya Kurdên Helebê bikin.” 

Di dawiyê de jî bang li civaka navneteweyî h û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînin û helwest nîşandin.

Piştre jî Mamostayê Olî Mihemed Qeredaxî û Endamê Komîteya Şehîdan Wehab Ehmed li ser êrişan axivîn û piştgiriya bi xelkê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re dubare kirin.

Li Helebceyê meş

Bi beşdariya rêxistin, partî, berpirs û welatiyan li Helebceyê ji bo piştevaniya berxwedana taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û şermezarkirina êrişên çeteyên bi hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk ên li ser Kurdan, li nav bazara mezin a bajar heta ber Ofîsa Serokatiya Şaredariya bajar meşek girseyî destpê kir.

Piştî gihiştina meşê heta ber Ofîsa Serokatiya Şaredariya Helebceyê, dê daxuyaniyek were dayîn.