Li Xezayê tevî agirbestê di 90 rojan de 442 kes hatin qetilkirin
Li Xezayê tevî agirbesta heye, hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên sîstematîk ên li dijî sivîlan didomîne. Di nava 90 rojên dawî de 442 kes qetil kir.
Navenda Nûçeyan – Li Xezayê ji dema agirbest ketî meryetê heta niha, hêzên Îsraîlê agirbestê ji bo operasyonên komkujiya sîstematîk bikar tîne. Di êrîşan de piranî zarok, jin û sivîlên ciwan ên nêzî ‘Xeta Zer’ dibin dikin hedef.
Li gorî ajansa nûçeyan a Safa, Îsraîl îro li başûrê Xeza carek din agirbest binpê kir û êrîş pêkanî. Di heman demê de hate diyaririn ku bi guleyan êrîşî konên xwespartinê yên lê herêma Goristana Avusturya ya rojavayê Xan Yunus kir.
Li Şerîaya Rojava, çavkaniyên xwecihî, diyar kir ku hêzên Îsraîl, di dema ketina bajarokê Zaheriya ya li başûrê Halîlî du kes birîndar kirine. Destnîşan kirin ku hêzên Îsraîl çar ciwanên li kampa koçberan a Şuafat ya bakur û rojhilatê Qudus binçav kirine. Li Xeza û Xan Yunus duh balefirên Îsraîl du êrîşên hewayî li dijî taxa Teffah a rojhilat pêkanî û di encamê de 4 sivîl hatin qetilkirin.
Ji ber bandora şer, gel rû birûyî kêmxwarin, pêwîstiyên bingehîn ên germbûnê ne. Di pirsgirêkên ku di medyaya dijîtal de hatin parvekirin, diyar dibe ku bûyerên şewbê yên cidî ku bandorê hem li zarok hem jî li yên gihayî dike belav bûye. Taya germ û bê halbûn jiyana rojane hê zortir dike.
2,4 milyon Filistînî di şertên giran ên mirovî de dijîn
Li gorî qeydên Navenda Mafê Mirovan a Xeza, hêzên Îsraîl di 90 rojên ku agirbest ketî meryetê de 5 komkujiyên sûcê şer kirine. Di vê navberê de 442 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji vana 155 zarok û 61 jinin. Hezar û 236 kes birîndar bûn. Li Xeza ketina xwarin, malzemeyên tibî û malzemeyên bicihbûnê bi awayek cidî tên astengkirin. Li herêmê nêzî 2,4 milyon Filistînî, di nava şertên giran de jiyana xwe didomînin.
Zêdeyî 71 hezar kes hatin qetilkirin
Tenê di nava 90 rojan de hezar û 193 binpêkirin hate belgekirin ji vana; 384 guleberdana raste rast a sivîlan, 551 bombarduman û hedefgirtin û 66 ketina leşkerî, 192 mal û saziyên sivîl hatin hilweşandin. Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di şerê li Xeza de zêdeyî 71 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 171 hezar kes birîndar bûne. Piranî kesên jiyana xwe ji dest dane ji zarok û jinan pêktê.