Li Kolanên Îranê serdema nû: Xwepêşandan daxwazên aborî derbas kir

Li gorî aktîvîsta siyasî û parêzvana mafên jinan Mahdîeh Golroo, xwepêşandanên dawî yên li Îranê berdewamiya tevgera "Jin jiyan azadî" ne û rasterast rewatiya hikûmetê hedef digre.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Li Îranê rûxmê qutbûna înternetê ya tevahî jî, dîmenên xwepêşandanên girseyî yên li gelek bajaran welat didome, di medyaya dîjîtal û kanalên alternatîf de belav dibin. Medyaya fermî ya Îranê jî, neçar ma bi awayekî nerasterast bûyerên tundî û mirinên berbelav ên li kolanan tên jiyîn, qebûl bike.

Bûyerên tên jiyîn, di raya giştî ya li derveyî Îranê de jî bûn sedema nezelalî û tevliheviyek cidî. Rexneyên ku dirûşmeyên daxwazên pêşverû û gelêrî yên gelê Îranê nîşan didin, an hatin paşguh kirin an jî bi tevahî tên vederkirin, zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de aktîvîsta siyasî û parêzvana mafên jinan Mehdîeh Golroo, geşedanên dawî yên li Îranê û rêça xwepêşandanan nirxand.

*Gelo hûn rewşa heyî ya li Îranê çawa dinirxînin? Di vê heyamê krîtîk de wek medya rola me çi ye û em çawa dikarin dengê rast a gelê Îranê bigihînin cîhanê? Her wiha, hûn dikarin nêrînên xwe yên der barê xwepêşandanên dawî, çawa dest pê kirin û pêvajoya ku ji daxwazên aborî veguherin daxwaza hilweşandina hikûmetê de parve bikin?

Ez dixwazim xala ku min berê der barê xwepêşandanên ku li bazaran destpêkirin de tekez kir, dubare bikim.  Di avahiya Komara Îslamî ya Îranê de û di bin siya rejîma Velayet-e Feqîh de, di wateya serxwebûnê de tiştek mîna xwepêşandanek sendîkal, aborî, civakî an jî çandî nîne. Dema ku hûn di avahiyek totalîter de dijîn, her cure nerazîbûn di dawiyê de karekterek siyasî qezenç dike.

Gelo hêza rastîn a aborî ya li Îranê di destê kî de ye? Gelo ji bilî Elî Xameneyî û Ofîsa Lîdertiyê (Beyt-i Rehbarî) dikare kî bibe? Ew û derdora wî ya nêzîk beşa ku herî zêde ji rant û gendeliyê sûd werdigre ye û encama rasterast a vê yekê kûrbûna cudakariya di civakê de ye. Ji ber rant û gendeliya bipergalî, beşek mezin a gel mehkûmê jiyanek bi derfetên kêm û di bin xeta xizaniyê de ye. Lewma, pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek aborî ye, pirsgirêkek "aboriya siyasî" ye ku di bin avahiyek desthilatdariya gendel de şêwe dibe û ji nû ve dihilberîne ye.

Ev xwepêşandan, bi awayekî pir lez ji roja duyemîn û vir ve li zanîngehan û piştre li kolanan, bajar û herêmên cuda û li herêmên ku bi salan ji erdnîgariya fermî ya Îranê hatibûn jêbirin, belav bû. Bajarên ku navê wan pir nehatiye bihistin, îro di navenda xwepêşandanan de ne û dengê wan êdî tê bihîstin. Mirovên ku bi salan hatin paşguhkirin, derketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Îro Komara Îslamî hewl dide bi qutkirina înternetê re van dengan bêdend bike û him li hundir û him jî li derveyî welêt bihistîna dengan asteng dije.

Ev xwepêşandan hêj berdewamiya tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ne. Di sê salên dawî de, piştî tepeserkirina giran a vê tevgerê, di civaka Îranê de guhertinên kûr çêbûn. Gel, piştî vê tevgerê bawer kirin ku rejîm dikare neçar bimîne ku paşve gav bavêje. Ev hesta hêz, xwe bawerî û hevgirtina neteweyî, di demekî kurt de bû sedema gelek pêlên xwepêşandanan a ji grevên mamoste û teqawidbûyan bigre heta grev û xwepêşandanên ajokarên kamyonan û xwepêşandanên li Kurdistanê. Yek ji van tevgeran jî, ji hev ne qut e; hemû parçeya heman pêvajoyê ne.

*We behsa serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" kir. Îro gelek kes tiştê ku li Îranê diqewime mîna şoreşek dibînin. Lêbelê, tecrûbeya dîrokî ya bi êş a xepskirina şoreşa 1979’an û darvekirinên girseyî yên salên 1980’an jî heye. Îro di bin siya dîmên ku ji aliyê medyaya alîgirê rejîmê ve tên weşandin de, gelo îhtîmala ku rejîmê careke din şoreşa gel xeps bike an jî pêvajoya tepeserkirinê ya mîna salên 1980’n dubare bibe hene?

Di rastiyê de ez nafikirim ku şoreşa 1979’an bi tevahî ji aliyê molayan ve hat xepskirin; berevajî beşek girîng a şoreşê encama wan kesan bû ku li dijî berevajîkirina dirûşme û daxwazan bêdeng man. Em îro jî nîşanên vê yekê dibînin. Rastiya ku hinek kesên xwe mîna "lîderê pêvajoya veguhêz" pênase dikin, derxistina têgehên mîna azadiyê ya ji dirûşmeyan û heta hesabên medyaya civakî, ji nû ve hilberandina ev tecrûbeyea dîrokî ya bi êş e.

Cûdahiya sala 1979’an ev bû: vê demê gelek kesan gotin “Em niha bêdeng bimînin" û li dijî Xumeynî deng dernexistin. Lê îro, bitaybetî dema di çalakiyên li derveyî welat de dirûşmeya "Jin jiyan azadi" tê derxistin, yekser bertek tê. Rûxmê vê yekê jî, ji hinek xwepêşanderan re tê gotin ku divê tenê yek dirûşmeyê berz bikin; ev yek jî nîşan dide ku feraseta dûrxistin û yekdestdar didome.

Di mijara kesên xwe mîna lîder îlan dikin de jî, jêbirîna vê dirûşmeyê nîşan dide ku "Jin jiyan azadi" carna tê amûrkirin. Lê ev xwepêşandanên ku di 10-12 rojên dawî de didomîn û li gelek bajarên mezin û biçûk bûn sedema qetilkirina mirovan, bêyî bangek bê kirin bi awayekî xweber û bi grevan derketin holê.

Erka me ya sereke îro ew e ku em ji dîroka xwe dersan derxin. Divê em li dijî jêbirina vê dirûşmeyê, paşguhkirina daxwazan û guhertina dîktatoriya kevin bi ya nû re bêdeng nemînin. Rojekê şaşik diçe û tac tê, rojek din tac diçe û saşik tê, lêeger mafê gel a bûyina kirde û mafê diyarkirina çarenûsa dîsa bê paşguhkirin, wê tu guhertinek çênebe.

*Yek ji xalên ku îro tê rexne kirin jî nebûna yekîtiyeke xurt a di navbera van koman de ye. Gelo ev yek berxwedana li dijî xepskirina xwepêşandanan dijwartir nake?

Di salên ku min li derveyî welat derbas kir de, min gelek caran dît ku di nava beşên cuda de çanda xebatê ya hevpar çiqas zehmet e.  Ji bo kesekî Fars ku li navendê dijî, bi awayekî rastî famkirina daxwazên jinekê ya li Kurdistanê, hêj pirsgirêkek mezin e.

Dema ku komên siyasî dibin mijara gotinê, ev yek hêj zêdetir diyarker dibe. Hemû kes daxwazên xwe mîna pêşîniyek dibîne. Di mehên dawî de di navbera partiyên Kurd û hinek komên komarî de hewildanên nêzbûnê çêbûn, lêbelê ev gavekî derengmayî bû.

Li aliyekî zexta giran a rejîmê û li aliyê din hedefgirtina komên komarî ya ji aliyê kesên ku xwe bi mîrateya "Îranî-bajar" an Pehlewî pênase dikin, ev yekîtî hêj dijwartir kir. Lê dîsa jî rexne mafdar e. Ev yekîtî dikaribû pir zûtir û bi hêztir bihata damezrandin.

*Gelo di hawîrdora îro ya zexta dijwar de, siyaseta tirs û tundiyê ya dewletê dikare vê pêvajoya şoreşgerî rawestîne?

Nêzîkatiya rejîmê ya îro, ji ya berê bi awayekî berbiçav cuda ye. Dema ku hûn televîzyona dewletê vedikin, hûn êdî ne lihevkirinê, gefên vekirî dibînin. Muhalîf mîna "terorîst" têne binavkirin û cezayên darvekirinê ya bi sûcdariya "şer" tên rojev e.

Piraniya dîmên tirsnak ên em îro dibînin, destpêkê û cara ewil ji aliyê medyaya rejîmê ve hatin weşandin. Ev hilbijartinek hişmend a ji bo tirsandina geş e û peyama "Me kuşt û em ê dîsa bikujin" tê dayîn. Me herî dawî vê nêzîkatî, di salên destpêkê yên piştî şoreşê de dît.

Îro televîzyona dewletê ya Îranê êdî ne amûrekî nûçeyan e, odeyekî şer e. Armanca wê ne agahî dayîn e, afirandina tirs û vekişîna civakê ye.