Siyasetmedara Kurd: Muzakere çareseriya aştî û demokrasiyê ye
Siyasetmedara Kurd Sûad Rizq diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan dê aştiyê li herêmê pêk bîne û got: "Niha dema danîna çekan e û çûyîna ber bi muzeker e û diyalogan e."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Amed – Her sal gelê kurd di 20 û 21’ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dike. Cejna îsal bi şandina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" coşa Newrozê cudatir bû.
'Cejna Newrozê sembola berxwedan û têkoşînê ye'
Rêvebera Tevgera Guhertinê ya li Hewlêrê ya herêma Kurdistanê Suad Rizq got ku cejna Newrozê ji bo gelê Kurd roja rizgarbûn û nûbûnê ye û wiha axivî: "Di vê rojê de Kurd soza têkoşîna xwe ji bo temînata nasname û serxwebûna xwe, nû dikin. Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê jinên ji Rojhilata Navîn, bakurê Afrîka û Ewropayê vexwend Newroza Amedê. Ev vexwendin ji bo pêşxistina planên çalakiyên hevpar ên ku xizmetê ji pirsgirêkên jinan re dikin, gaveke serkeftî bû. Ji ber ku pirsgirêkên mafên jinan hevpar in û dişibin hev. Ji bo avakirina pêşerojeke baştir pêwîstiya me bi kombûn û hevgirtina jinan heye."
'Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin'
Suad Rizq bal kişand ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên xwe û wiha axivî: "Bi salan e gelê Kurd ji bo mafên xwe bi dest bixe têdikoşe. Kurd ji bo rizgarkirina ax, welat, nasname û hebûna xwe şer dikin. Gelê Kurd ji bo parastina axa xwe li ber xwe didin û hemû cûreyên siyasetên qirkirin û îmhakirinê bi têkoşîn û îsrara xwe têk dibin."
'Niha dema muzekere û diyalogê ye'
Suad Rizq bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Bi peyama Rêber Ocalan a bangawaziya aştiyê, em xweşbîn bûn. Em li benda bersiva vê bangê ne ku bê şer û pevçûn mafên xwe misoger bikin. Niha dem dema diyalog û muzekereyan e û divê rê li ber şer û pevçûnan bigrin. Peyama Rêber Ocalan bû hêza gelê dildarê aştî, jiyana hevbeş û azadiyê."