Li Xarpêtê ocaxên 6 hezar salî hate dîtin
Li Xarpêtê di kolandina li Girê Tadimê de, ocaxên pîroz û seramîkên Karaz ên serdema Kalkolîtîka Dereng û Serdema Bronzê ya Destpêkê hatin dîtin. Ev tesbîtên ku digihîjin 6 hezar sal berê, pêşeroja çandî û olî ya herêmê nîşan didin.

Navenda Nûçeyan – Di lêkolînên arkeolojîk ên li Girê Tadîmê ku di nav sînorên Gundê Tadîmê yê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê de ye, der barê rabirdûya herêmê de lêkolînên girîng hatin bidestxistin. Di kolandinan de, ocaxên pîroz, seramîkên Karaz û berhemên arkeolojîk ên ji serdema Kalkolîtîk a Dereng û Serdema Bronzê ya Destpêkê hatin dîtin.
Di kolandinan de hat dîtin ku dîroka vî girî digijije serdema Neolîtîkê û ev herêm bi hezar salan bê navber weke wargehek hatiye bikaranîn. Gir wekî navendeke girîng a arkeolojîk ku bi qatên xwe yên di serdema Kalkolîtîk û Tûnc de cihêrengiya çandî ya Mezopotamyayê ronî dike derdikeve pêş.
Ocaxên pîroz ên 6000 salî û seramîkên Karazê
Di nav vedîtinan de perçeyên seramîkê yên Karaz ên ku dîroka wan digihije B.Z. 4000-3000 salan û cerek boyaxkirî ku bi motîfên bizinên çiyayî hatiye xemilandin, dighije 3200 sal berê hene. Wekî din, di kolandinan de 2 ocaxên pîroz ên ku bi şiklê gayan hatine xemilandin, yên ku dîroka wan digihije serdemên 4000-3000’an, hatin dîtin.
Wisa tê fikirîn ku ev ocaxên pîroz di ayînên olî yên serdemê de hatine bikaranîn û di civakên kevnar de ku agir pîroz dihat hesibandin de xwedî cihekî girînge. Hêjmarên gayan ên li ser ocaxan der barê pergalên bawerî û pêkhateyên civakî yên bi van avahiyan re têkildarin nîşanan pêşkêş dikin.
Di kolandinan de 6 qatên cuda yên çandî hatin tespîtkirin
Di kolandinan de ji serdema Neolîtîk heta serdema Osmaniyan 6 qatên cuda yên çandî hatin tespîtkirin. Di nava van qatan de bermahiyên avahî û berhemên seramîk ên serdema Romaya Rojhilat, Selçûkî, Osmanî, Serdema Hesinî ya Destpêk û Dereng, Serdema Bronz û Kalkolîtîk hene.
Bermahiyên dîwaran, dîzik û malzemeyên din ên arkeolojîk ên ku li herêmê hatine dîtin diyar dikin ku bi hezaran salan herêmek bênavber lê dihate jiyîne. Ev tesbît ji bo berdewamiya çanda Mezopotamyayê xwedî girîngiyeke mezinin.
Di kolandinê de 31 berhem hatin derxistin. Ger şert û mercên hewayê xweş be, tê payîn ku kolandina li Girê Tadîmê di rojên pêş de ji nû ve destpê bike. Arkeolog dê xebatên xwe bidomînin da ku der barê pêşeroja herêmê de bêtir agahdar bibin û lêgerînên nû derxînin holê.
Dema ku ev keşf di derbarê dîroka kevnar a Mezopotamyayê de agahiyên nû dide, nirxa arkeolojîk a Xarpêtê jî eşkere dike. Tê payîn ku lêkolînên li herêmê hem ji cîhana zanistî û hem jî ji tûrîzma çandî re tevkariyên girîng bikin.