'Kiryarên li peravê dê rê li ber xeteriyên mezin veke'

Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryar û komkujiyên cîhadîstên HTŞ'ê yê li ser jinên herêmên peravê yên Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Ev komkujî dê rê li ber komkujiyên li ser pêkhateyên din ên Sûriyeyê veke."

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Bi hilweşîna rejîma Baasê û desteserkirina rêveberiya Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve, di 8'ê Kanûna 2024'an de metirsiyên li ser jiyana sivîlan dijwartir bûn. Ji 6'ê Adarê ve cîhadîstên HTŞ'ê li herêmên peravê yên Sûriyeyê li ser pêkhateyên Elewî bi hinceta "Bermahiyên rejîma berê" bi dehan komkujî pêk anîn. Her wiha sivîlên wê herêmê, bi revandin û îşkenceyê re rûbirû dimînin.

Platforma Hevbeş a Çalakiyên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pengava piştevaniya bi jinên li herêma peravê Sûriyeyê re da destpêkirin. Der barê binpêkirinên ku jinên peravê pê re rûbirû dimînin û hemleyê de jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re helwestên xwe anîn ziman.

'Kiryarên li peravê berdewamiya kiryarên li Efrîna dagirkirî ne'

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Têkoşîn Muhemed armanca pengavê bi lêv kir û got: "Me dest bi vê hemleyê kir ji bo şermezarkirina kiryar û komkujiyên ku bi ser Elewiyan pêk tên. Hemû kiryarên li ser sivîlan, ji zihniyeta paşverû ya desthiladariyê û sîstema ku tu neteweyan qebûl nake ye. Kiryarên ku li ser jinên Elewî pêk tên domandina kiryarên li ser jinên Efrîna dagirkirî ne. Ji ber vê yekê divê jin yekbûna xwe li hemberî kiryaran xurt bikin. Em bang li sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku van komkujî û kiryaran rawestînin."

'Tecrubeya Rêveberiya Xweser modela Sûriyeya Demokratîk e'

Yesmîn Cabêr El-Resem ku ji pêkhateya Elewî ye û li Qamişloyê bi cih bûye kiryarên li ser jinên Elewî şermezar kir û wiha axivî: "Li ser navê hemû pêkhateyên Elewî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryar û komkujiyên li herêmên peravê şermezar dikim. Hemû pêkhate û mezheb li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava wekhevî û jiyana hevbeş de dijîn. Tecrubeya Rêveberiya Xweser modela herî guncav e ji bo Sûriyeya demokratîk. Piştî lihevkirinên di nava QSD û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de pêk hatine, hêviyên me yên pêvajoya xurtir bûn."

'Binpêkirina mafên pêkhateyan li Sûriyeyê dê felaketên mezin û navxweyî bi xwe re bîne'

Di dawiya gotinên xwe de Yesmîn El-Resem da zanîn ku binpêkirina mafên pêkhateyan li Sûriyeyê dê felaketên mezin û navxweyî bi xwe re bîne û wiha axivî: "Bi hincetên derew û bi navê bemahiyên rejîma berê, Elewî li peravê tên qirkirin. Êrîşên li ser pêkhateyan û domandina wê dê pirsgirêkên navxweyî ava bike. Elewî aştiyane ne û qirkirina me dê rê li ber qirkirina hemû pêkhateyên li Sûriyeyê veke. Bi hincetên bermahiyên rejîma berê jin û zarokan qetil dikin. Divê komkujî û kiryarên li peravê bi lez werin rawestandin ji ber ku mirovên sivîl li wan deveran tên tunekirin."