Derûnnas: Şer û pevçûn bandorê li derûniya jinan dike
Derûnnasa Tûnisî Heyat El-Wertanî rewşa jinan li herêmên bi nakok dijîn anî ziman û got: "Jin li wan herêman bi zext û piştevaniya kêm re rûbirû ne. Şer û pevçûn bandorê li ser derûniya jinan dikin."

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Tevî ku Tûnis ne herêmeke bi nakok e lê jinên Tûnisê haya wan ji herêmên bi nakok weke Filistîn, Sûriyeyê û Sûdanê heye. Jinên Tûnisî rewşa jinan li wan herêman dişopînin û piştevaniya xwe ji jinên ku ji şer ziyan dîtine, nîşan didin. Ji ber ku ew rûbirûyî tundî, pêlên koçberiyê û bi windabûna ewlehiyê re dimînin.
Raporên hiqûqî diyar dikin ku zêdetirî ji sedî 30 jin li herêmên bi nakok û pevçûnan rastî şîdeta zayendî û derûnî tên. Her wiha li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya sala a 2023'yan hat eşkerekirin ku jin weke amûrên şer di nava pevçûnan de tên bikaranîn.
'Jinên Tûnisî piştevaniya jinên li herêmên bi nakok dikin'
Derûnnas Heyat El-Wertanî bal kişand ser şopandina jinên Tûnisê rewşa jinên li herêmên bi nakok û got: "Ev yek pêşketina çandî û têkiliyên jinên Tûnisê bi mijarên hiqûqî re derdixe holê. Ji ber vê ew piştevaniyên xwe bi derfetên heyî ji jinên wan herêman re nîşan didin. Jinên ku li herêmên bi pevçûn dijîn bi zextên derûnî û rewşa jiyanî ya dijwar re dimînin. Ji ber ku şer û pevçûn bandorekê li derûniya jinan dikin. Jinên wan herêman rolên mezin ji bo domandina jiyanê dilîzin. Berpirsyarên mal û zarokan tên dîtin. Ev jî di nava jîngehek dûrî ewlehî û aramiyê ye."
Zextên ku jinên li herêmên bi nakok bi wan re rûbirû dimînin
Heyat El Wertanî diyar kir ku jin ger rûbirû bi şokê re bimînin rewşek tansiyon û tirsê bi xwe re ava dike. Ev jî dibe sedema bandorên bedenî weke westandina kronîk, nexweşiya dil û tansiyona bilind ve. Heyat El-Wertanî wiha axivî: "Herî zêde jinên ku li herêmên bi nakok dijîn bi krîzên derûnî weke koçkirina bi zorê re rûbirû dimînin. Ev koçberî jî ji êşa jinan bi aloztir dike. Civaka wan herêman jî zextê li ser jinan dikin ku êşên xwe veşêrin. Bêdengî jî wê bi demê re pirsgirêk û aloziyan bi xwe re bîne. Divê piştevaniya jinên li herêmên bi nakok bên kirin."
'Divê tendirustiya derûnî weke mafên mirovan bê dîtin'
Di dawiya gotinên xwe de Heyat El-Wertanî tekez kir ku tenduristiya derûnî divê weke mafek bingehîn ê mirovan bê dîtin û got: "Destwerdana psîkolojîk a bi lez ji bo alîkariya jinan û parastina wan ji pêşveçûna nexweşiyên kronîk girîngtir e."