Ji malbetên şervanên YBŞ’ê yên girtî name
Malbetên şervanên YBŞ'ê yên ku hatin dîlgirtin, bi nameyekê daxwaz kirin ku sazî û rêxistinên navnetewî li hember girtina zarokên wan bêdeng nemînin û diyarkirin ku divê ev sazî erkên xwe pêk bînin.

Şengal - Di 18'ê Adarê de li bajarê Şengalê ji hêla artêşa îraqê ve kemîn hate danîn bi armanca ku şervanên YBŞ'ê bigrin. Di encamê de alozî derket holê û fermandarek û du şervanên din birîndar bûn. Bi giştî 5 şervan ji aliyê artêşa Îraqê ve hatin girtin. Êrîş û dîlgirtina şervanên YBŞ'ê ji aliyê xelkê Şengalê ve rastê nerazîbûnû bertekan hatin.
Malbatên şervanên YBŞ'ê yên girtî ji raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, NY, YE û 14 welatên ku bi fermî fermana 74'an bi jenosîda Êzidiyan pênasekirine, name şandin. Armanc ji vê nameyê ew e ku zarokên wan bên berdan û hate diyarkirin ku şervanên YBŞ û YJŞ'ê parêzvanên ax û gelê xwe ne û divê tavilê ew bên berdan.
Di nameye de wiha hat gotin; “Di sedala 21'emîn de fermana 74'an a 3'ê Tebaxa 2014'an li ser civaka Êzidî pêk hat û gel bi qirkirinê re rûbirû man. Di vê fermanê de li şûna ku pêşmergên PDK û artêşa Îraqê parastina civakê bike û nehêlin komkujî pêk werin, reviyan û dev ji Şengaliyan berdan. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê ji bo parastina ax, rûmet, çand û baweriyên xwe bikin hatin avakirin. Bi hêz û bedelên buha êrîşên DAIŞ şikandin.
'Şengal hatiye dorpçkirin'
Di 18'ê Adarê de li bajarê Şengalê ji hêla artêşa Îraqê ve kemîn hate vedan û rê li ber wesayeta şervanên YBŞ'ê girtin, di encamê de 5 şervanên YBŞ'ê hatin dîlgirtin. Ew bi hincetên madeya 4 a terorê ya sala 2005'an hatine binçavkirin. Piştî vê bûyerê artêşa Îraqê gelek wesayetên zirxî yên şer derbasî Şengal kirin û bajar ji aliyê artêşa Îraqê ve hatiye dorpêçkirin. Bi ketin û derketin bajêr re gelek zextan dikin û erebeyên sivîlan kantrol dikin. Eger artêş bi van çekan êrîşî DAIŞ bikira wê tu ferman û komkujî pêk nehatana. Tevî ku ev êrîş û feramn li ser axa Îraqê pêk hat jî heta îro tu helwestên hikumet aÎraqê derneket holê. Beravojî wê hikumetê biryara efûya giştî ji bo berdana endamên DAIŞ ên ku ferman pêk anîn e, erêkir.
'Şûna ku hikûmeta Îraqê vê hêzê nas bike êrîş dike'
Artêşa Îraqê êrîşî zarokên Êzidî yên ku şerê DAIŞ'ê kirine û herêm rizgarkirine, dike. Deh sal in hêzên me parastina Şengal û xelkê wê bi hemû pêkhateyan Ezidî, Ereb û Şîa ve dikin. Tirajediya fermana 74’an hê jî di nava jin, zarok û civaka Êzidî de zindî ye. Heta niha bi hezaran Êzidî di nav de jin di destê DAIŞ de dîl girtî ne û çarenûsa wna ne diyar in.”
'Tavilê zarokên me serbest bikin'
Malbatan di dawiya nameyê de daxwazên xwe yên berdana zarokên xwe kirin û gotin: “Em malbatê 5 şervanên YBŞ'ê ku di destê hikûmeta Îraqê de girtîne, ji bo serbest berdana zarokên xwe bang li saziyên navnetewî, mafê mirovan, NY, YE û 14 dewletên ku bi fermî fermana 74'an bi jenosid pênasekirine, dikin. Daxwaza me ku bi rola xwe bilîzin û li hember nêzîkbûnên hikûmeta Iraqê ya li dijî civaka Êzidî helwest bigrin û bêdeng nemîn in. Divê tavilê zarokên me werin berdan. Di heman demê de pêwîste êrîşên li dijî Êzidiyan bên rawestandin û ev rewşa aloz bi dawî bibe.