Siyasetmedar: Banga Abdullah Ocalan piştgiriyê dide azadiya jinan

Jinên beşdarî 1. Kongreya NADA bûn, xwestin ku pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin were hembêzkirin û tekez kirin ku ev pêvajo azadiya jinan dixe navenda avakirina civakek demokratîk û dadperwer.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Silêmanî –  Jinên ku beşdarî 1’emîn Kongreya Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bûn ku di navbera 15-17ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin, derbarê çareserkirina pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de nirxandinên girîng kirin.

Jinan di kongreyê de li ser pêvajoya nû ya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin axivîn, destpêşxeriya aştiyê pêşwazî kirin û mijar di rûniştinan de jî hate nîqaşkirin.

Jinan tekez kirin ku perspektîfa Abdullah Ocalan ne tenê bi bidawîanîna pevçûnan ve sînordar e, lê di heman demê de projeyek veguherîner temsîl dike ku pêşengiya jinan li Rojhilata Navîn û heta li cîhanê ji nû ve ava dike û serdestiya mêran hilweşîne. Beşdaran bal kişandin ser piştgiriya Abdullah Ocalan ji bo jinan û diyar kirin ku ev rewş rê daye jinan ku di pêvajoya guhertinê de, ji têkoşîna li qadê bigire heta meqamên biryardayînê, roleke pêşeng bigirin ser xwe.

‘Ji bo mirovahiyê bang gaveke bingehîn e'

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Bêrîvan Muhemed piştevaniya xwe ji banga aştiyê re nîşan da û got: "Ev proje gaveke bingehîn e di avakirina mirovahiyê de û rê li ber qirkirinên ku tên kirin, digre. Banga aştiyê hemû pêkhateyan û cîhanê digre nava xwe. Projeya aştiyê dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn û cîhanê. Banga aştiyê bi azadiya jinan û civakê ve girêdayî ye."

Jinên Êzidî bi banga aştiyê re ne

Rêvebera Ofîsa Yekitiya Komeleyên Êzidî Suad Hiso got: “Însiyatîfa aştiyê ya Rêber Apo armanca wê belavkirina aştiya li Rojhilata Navîn e. Rêber Apo peyamek taybet ji Êzidiyan re şand û berxwedana wan silav kir. Bi banga aştiyê re Rêber Apo xwest PKK'ê xwe fesh bike û dest bi têkoşîna aştiyane bike. Ev bang ji bo jiyana bi rûmet û îradeya gelan bê nasîn hat avêtin. Em jinên Êzidî bi banga aştiyê re ne li Rojhilata Navîn dê aştî pêk were û her koçber vegere mal û axa xwe."

'Azadiya jinan bingeha pêkanîna aştiyê ye'

Nûnera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Şêrîn Hemîd Şêx Hemadî diyar kir ku banga Rêber Ocalan yekem car bangek ji bo aştiyê li herêmê tê kirin. Ev bang bi azadiya civakê, bi taybetî bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Şêrîn Şêx Hemadî wiha got: "Armanca projeya aştiyê azadkirina jinan e. Pêşengiya jinan ji civakê re li ser rûyê erdê pêk hat û di hemû waran de cih girt. Yekîneyên Parastina Jin jî mînaka pêkanîna azadiyê ne. Ev proje ne planeke siyasî ye, teoriyeke soreşê ye."